Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Tûnisê xwepêşandanên li dijî zem û polîtîkayên teserûfê didomin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Tûnisê di şeva sêyemîn de jî xwepêşandanên li dijî zem û polîtîkayên teserûfê dewam kirin. Li hin cihan di navbera xwepêşanderan û polîsan de alozî derketin.

Tevî  hişyariyên gefxwarinê yên hikumetê jî xwepêşandan duh li gelek bajarên Tûnisê dewam kirin. Polîsan êrîşî xwepêşandana kir.

Wezîrê Karên Hundir Halîfe Şîbanî li ser xwepêşandana daxuyanî da û diyar kir ku duh bi şev herî kêm 45 wesayitên polîsan û gelek avahî hatine şewitandin.

Hate ragihandin ku şevê din jî polîsan gelek çalakger binçav kirine û di xwepêşandanên du rojên destpêkê de jî zêdeyî 200 kesan hatibûn binçavkirin.

Li paytext Tûnisê û bajarê Tebûrbayê duh êvarê polîsan bi bombeyên çav şewitandinê destwerdan li xwepêşandanê kirin û tê gotin ku gelek çalakger birîndar bûne. Roja duşemê çalakgerek hatibû kuştin. Piştî vê kuştinê bîlançoya mirinê nayê zelalkirin.

Wekî din, di çalakiyên dijî polîtîkayên teserûfê de êrîşên provokatîf balê dikişînin. Li dijî Sînagoga El Grîba ku li girava Cerbe ye û sînagoga herî kevn a Afrîkayê ye bi molotof kokteylan êrîş hate kirin. Nayê zanîn ku di bûyerê de tiştek bi kesî hatiye yan na.

Li Tûnisê, di çarçoveya qanûna malî ya sala 2018’an de ji 1’ê Çileyê û pê ve zem hate kirin û polîtîkaya teserûfê kete meriyetê. Di çarçoveya qanûnê de zema bacê li gelek berheman hate kirin. Mazot, otomobîl, xizmetên telefonê û înternet çend ji vane.