Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li vir bi sedan koçber banga alîkariyê dikin

Dîmen

XALID EL-CÛMA – HEMED EL-MUSTEFA

REQA – Welatiyên ku ji ber kiriyarên çeteyên DAIŞ‘ê û hêzên rêjîmê xwe spartina kampa El-Reşîd zehmetiyên kêmbûna derferên anîn ziman.REQA-KAMBA-RASID-KOGBAR (4)

Ji herêmên cuda yên Sûriyeyê wekî Dêrazor, Hema, Heleb, Humis û Meskene, bi hezaran welatî ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ‘ê û hêzên rêjîmê xwe gihandine herêmên bi ewlehe û hejmareke mezin jî pala xwe dane Reqayê.

Meclîsa Sivîl a Reqayê di 18‘ê Hizêrana 2017‘an li Mezreya El-Reşîd a ku 30 km dikeve rojavayê bajarê Reqayê kampa El-Reşîd vekir.

Koçberên kampê zehmetiyên kêmbûna, çadir, madeyên xwarinê, her wiha sermayê dikşînin.

Di her konekî de 3 malbat dimînin, hin ji konan rizyayîne û ji ber serme û baranê xwe nagirin. Koçber pêwîstiyên xwe yên avê ji kenalên avê yên nêzî kampê bi cih tînin.

Dema ku me rewşa kampê û koçberan ji nêz ve dişopan, em rastî jineke koçber bi navê Emel El-Mustefa ya ji gundewarên Humisê, ji 10 ferndan pêk tê hatin. Emel dibêje “Ji beriya 4 mehan em li vê kampê de, xwarin têra me nake, pere jî tunene ku em pêwîstiyên xwe yên rojane bikirin, ji ber ku em reviyane û me tiştek bi xwe re ne anîne.”

Emel El-Mustefa bang li rêxisitnên mirovî û Meclîsa Sivîl a Reqayê kirk u alîkariyan wan bike û bi taybetî şîr ji bo zarokan bişînin.

Koçbereke din bi navê Emîna El-Hisên ji bajarê Reqayê ye serpêkhatiya koçberiya xwe wiha ji me re pare dike “Ji destpêka ku em koçber bûn em li çolan diman, Meclîsa Sivîl a Reqayê çadir pêşkêşî me kir, lê hejmara çadiran kêm bû, her sê malbat di çardirekê de dimînin. Dema alîkarî jî tenê belavkirin, ji bo her çadirekî pakêtekê didin, lê têra me nake ji ber ku em 3 malbat di çadirekê de ne.”REQA-KAMBA-RASID-KOGBAR (5)

Xalid El-Reşîd ji gundê Madan ê rojhilatê bajarê Reqayê ye ku niha di bin serweriya hêzên rêjîmê de ye, li kampê bi cih dibe wiha dibêje “Hejmara koçberan zêde ye û pêwîstî bi konan û alîkariyên wekî din heye, ji ber ku em ji ber şer reviyane û me tiştek gel xwe ne aniye.”

El-Reşîd banga vekirina navendeke tenduristiyê kir.

Derbarê mijarê de, Serokê Komîteya Alîkariyê û Rêvebera kampê Ebdulhenan El-Xidir got “Pêwîstiya kampê bi alîkariyan heye, derfetên me jî kêm e ku em hemû pêwîstiyên wan bi cih bînin. Ji ber vê yekê pêwîste rêxisitinên mirovî vê rewşê ber çavan derbas bike.”

(bb)

ANHA