Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Xezayê 3 ciwan birîndar bûn

XEZA – Li herêma Xezayê piştî ku Qudis kirin paytexta Îsraîlê alozî derket. 3 ciwanên Filistînî birîndar bûn.

Li Filistînê piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekî fermî bajarê Qudis wekî paytexa Îsraîlê nas kir, aloziyeke mezin a siyasî dest pê kir.

Hêz û tevgerên Filistînî bang li welatiyan kirin ku li beramberî biryara Trump derkevin xwepêşandanan.

Di vê çarçoveyê de li bajarê Xan Yûnis ê herêma Xezayê di navbera ciwanên Fililstînî û hêzên Îsraîlê de şer derket û 3 ciwan bi guleyên hêzên Îsraîlê birîndar bûn.

(he)

ANHA