Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Xezayê 3 Filistînî birîndar bûn

XEZA – Li ser sînorê Xezayê, di encama pevcûnên di navbera hêzên Israîlê û Filistîniyan de, 3 ciwanên Filistînî birîndar bûn.

Nûçegihanê ajnasa me  (ANHA) ragihand ku li rojavayî Cebalya ya bakurî Xezayê, di encama gulebaran hêzên Israîlê de ciwanekî Filistînî bi dijwarî birîndar bû.

Her wiha hate ragihandin ku di pevçûnên li nêzî Wargeha Oz a rojhilatê taxa El-Şûcaiyê yê rojhilatê bajrê Xezayê du ciwanên din birîndar bûn.

Nûegihanê me diyar kir ku balafirên şer li ser Xezayê digerin.

(hş)

ANHA