Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Li Yemenê erebeyeke bombekirî avahiya cînayetê hedef girt

NAVENDA NÛÇEYAN – Erebeyeke bombekirî Rêveberiya Lêkolîna Cînayetê ya Eden a başûr Yemenê hedef girt. Di encamê de 5 leşkerhatin kuştin.

Li gor nûçeyên saziyên çapemeniyê, vê sibê erebeyeke bombekirî Rêveberiya Lekolîna Cînayetê ya bajarê Eden a Yemenê hedef girtiye. DI encama teqînê de herî kêm 5 leşkerhatin kuştin, her wiha hejmarek leşker birîndar bûn.

Saziyên çapemeniyê diyar kirine ku erebeya bombekirî li pêşiya karwanê Rêveberê Ewlekariya Edenê Şelal Elî Şayi, dema derbasî avahiyê dibû hate teqandin.Şayi ji êrîşê rizgar bûye.

Li bajarê Edenê gelek êrîşên xwekujî û teqandinê, her wiha bûyerên hewildanên qetilkirinê ku fermandarên ewlekariyê hedef digrin, rû didin.

(rr)

ANHA