Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Lîsteya Netewa Demokratîk daxuyanî da: Dengê xwe bidin

Dîmen

QAMIŞLO – Navenda Lîsteya Netewa Demokratîk ku tevlî hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî yên Bakûrê Sûriyeyê dibe, bi daxuyaniyekê armancên beşarbûna xwe diyar kir.

Piştî ku Komîseriya Bilind a Hilbijartinan navên namzeyên hilbijartinan eşkere kir, xebatên propagandayê yên hilbijartinan dest pê kir. Di vê çarçoveyê de Navenda Lîsteya Netewa Demokratîk daxuyaniyek da û bang li welatiyan kir ku dengê xwe ji wan namzetên wan bikar bînin.

Daxuyanî li Navenda Têkiliyên Dîplomatîk a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a li bajarê Qamişlo ji aliyê Sekreterê Partiya Demokratîk a Sûriyeyê Cemal Şêx Baqî ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt tê gotin:

“Em ji bo berjewendiyên gelê xwe bi berpirsyartiyên xwe yên dîrokî beşdarî hilbijartinan dibin. Hêzên niştîmanperwer ên Bakûrê Sûriyeyê ji bo xurtkirina projeya demokratîk a gelan û aktîfkirina rola hemû beş û pêkhateyên civakê, xwedî li van hilbijartinan derdikevin.

Wekî hêz û partiyên li Bakûrê Sûriyeyê bi durişmeya “Ber bi civaka demokratîk ve” em hevbendiya xwe ya di Lîsteya Netewa Demokratîk de, radigihînin.

Li ser riya demokratîk a biratiya gelan û jiyana hevbeş a pêkhateyan em bi bawer in ku tevlîbûna hilbijartinan peywireke niştîmanî û exlaqî ye. Ev hilbijartin ji bo pêşxistina xebatên  rêveberî û siyasî qonaxeke girîng e.

Ev hilbijartin nûnertiya rastiya pêkhateyan dikin û dûrî netewperestiyê ne. Di van hilbijartinan de mafê hemû pêkhateyan tê parastin û dadmendiya civakî pêk tê, her wiha wekheviya di navbera jin û mêr jî dixe dengeyekê. Di vir de, armanca ji bo pêşerojeke xweştir ku ji tevahiya Sûriyeyê bibe nimûne, bicih tîne û welat ber bi Sûriyeke azad, demokratîk, pirengî û nenavendî ve dajo.

Di nava Lîsteya Netewa Demokratîk de 18 partiyên siyasî yên Kurd, Ereb, Suryan û Aşûriyan hene. Em bang li hemû welaqtiyan dikin ku mafê xwe yê demorkatîk bikar bînin û ji bo hilbijartina nûnerên xwe yên rasteqîn dengê xwe bidin.

Armancên lîsteya me ev in:

1-Ji bo xebatên xizmetguzariyê yên şaredariyan pîlansaziyeke setratejîk were derxistin.

2-Di hemû demsalan de pirsgirêka avê were çareserkirin

3-Li Herêma Cizîrê riyên mezin were çêkirin.

4-Li gundan xebatên xizmetguzariyê werin pêşxistin.

5-Çandinî û pîşesaziya ekolojî were pêşxistin, her wiha berhemdariya herêmî were aktîfkirin.

6-Ekolojî were parastin û li pêş her malekê darek were çandin.

7-Stasyonên enerjiyê yên alternatîf werin avakirin.

8-Li ser bingeha wekheviya di navbera jin û mêr de kar were meşandin.

9-Bi rihê ciwantiyê em ê xizmeta civaka xwe bikin.

10-Navendên ciwanan ên werzîş, çandî û civakî werin pêşxistin.

11-Perensîpa wekhevî û dadmendiya civakî were rûniştandin.

12-Li her taxekê û her gunekî Herêma Cizîrê xizmet werin pêşxistin.

13-Tax bi awayekî fermî werin binavkirin.

14-Hemû bazar bi awayekî ku aboriya Federaliya Demokratîk xurt bikin, werin pêşxistin

15-Taxên kevnar li herêmê werin tamîrkirin.

16-Beşên şaredariyan li herêmê werin zêdekirin.

17-Ji bo avakirina peymangeh û zanîngehan li herêmê pîlansaziyeke setratejîk were amadekirin.

18-Dîrok were vegerandin û yekemîn mûza li herêma Cizîrê were avakirin.

19-Ji bo xizmetên tenduritiyê bêyî pere werin pêşkêşkirin, navêndên tenduristiyê werin zêdekirin.

20-Ji bo Saziya Malbatên Şehîdan alîkariya pêwîst were pêşkêşkirin.

21-Têkiliyên di navbera welatî û meclîsê de werin pêşxistin.

22-Çanda lêpirsîn û çavdêriya di xebatên saziyan de werin pêşxistin.

Partiyên Lîsteya Netewa Demokratîk ev in:

-Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)

-Partiya Nûjen û Demokratîk li Sûriyeyê

-Desteya Niştîmanî ya Erebî

-Partiya Demokratîk a Kurdistanî “Ebdulkerîm Siko”

-Partiya Kesk a Kurdistanê

-Partiya Lîberal a Kurdistanê

-Partiya Yekîtiya Suryanî

-Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê “Mihemedê Mûsê”

-Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

-Partiya Nûkirinê ya Kurdistanê

-Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyeyê

-Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê

-Partiya Aşûrî ya Demokratîk

-Partiya Kombûna Niştîmanî ya Kurdistanê “Mihemed Ebas”

-Partiya Yekîtiya Niştîmaniya Azad li Sûriyeyê

-Partiya Mûhafizkarên Demokratîk

-Partiya Roj a Kurdistanê

-Partiya Biratî ya Kurdistanê

(he)

ANHA