Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Lîstgehên Minbicê têne amadekirin

MINBIC – Komîteya Ciwan û Sporê ya Minbicê dest bi xebatên amadekariya lîstgeh û salonên spare. Armanca ji amadekariya lîstgehan liarxistin Konferansa Ciwanan e.

Komîteya Ciwan û Sporê ya Meclîsa Rêveber a Demokratîk a Minbicê û gundên amadekariya lidarxistina Konferansa xwe dike. Di vê çarçoveyê de Komîteya Ciwan û Sporê dest bi temîrkirina lîstgehên herêmê kir. Komîteyê ji lîstgeha beledî dest bi xebatan kir, komîteyê dê lîstgehê bi gîha bike.

Têkildarî mijarê her wiha Komîteyê dest bi vekirina dewreyên perwerdeya lîstika şetrencê û karate vebikin. Mamoste Enes tilcbînî dê li ser xebatên perwerdeyê bisekine.

Di bajarê Minbicê de 2 lîstgeh hene, her wiha salonek karate û yek jî ji bo lîskên din heye.

Hevserokê Komîteya Ciwan û Sporê Muhsin El-Casim got ku ew ê hemû kesên xwedî tecrube ji bo beşdarbûna konferasnê dawe bikin.

(dc)

ANHA