Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mahîr Çayan li Kobanê hat bîranîn

KOBANÊ – YRC′ê, Partiya Eniya rizgarkirina Tirkiyê (THKP) û Partiya Marksîst Lînînîst a Propangandaya Çekdarî (C/MLSPB), şehîd Mahîr Çayan bibîr anîn.KOBANE-BIRANAIA-SEHIDA1 ‫(260440578)‬ ‫‬

YRC′ê, Partiya Eniya rizgarkirina Tirkiyê (THKP) û Partiya Marksîst Lînînîst a Propangandaya Çekdarî (C/MLSPB), têkoşer Mahîr Çayan ku sala 1972′yan li Tirkiyê di berxwedana li dijî çeteyên dewleta Tirk de şehîd bûye, di 45′emîn salvegera wî de, bi bîr anîn. Merasîma bîranînê li hola Meclîsa Zagonsaz a bajarê Kobanê hat lidarxistin.

Di merasîmê de, Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Endama Koordînasyona Kongreya Star Sara Xelîl, Endamê Polîtboruya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Kîlo Îsa, Endamên HPC′ê û Endamên YCR′ê, amade bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevizyonek li ser jiyana Mahîr Çayan hat pêşkêşkirin. Her wiha Endamê THKP′ê kurtejiyana têkoşer, vegot.

Endamê Rêveberiya YCR′ê li Kantona Kobanê Hogir Avirîn jî anî ziman ku têkoşer Mahîr parastina welatê xwe kir, tu carî rasdestî dijmin nebû û di vê oxirê de şehîd bû.

Hogir soza şopandina riya têkoşer da.

Her wiha Endamê Polîtboruya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa da zanîn ku Mahîr û hevalên xwe tevî hemû hemetiyan parastina axa xwe û gelê xwe kirin.

Di dawiya merasîmê de, koma Botan a Navenda Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê, stranên şoreşgerî gotin.

(mm)

ANHA