Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mala Jin a Kefer Naya amadekariya derxistina zagonên jin dike

TOLÎN HESEN

ŞEHBA- Mala Jin a navçeya Kefer Naya ya kantona Şehbayê bi awayekî çalak dixebitê, jinên herêmê perwerde dike û niha li ser zagonên jin dixebitin.XEDICA BAHO

Jin li navçeya Kefer Naya ya girêdayî kantona Şehba herêma Efrînê bi riya Mala Jin xwe birêxistin dikin. Ked didin ku pirsgirêkên jin çareser bikin û wê perwerde bikin.

Endamên Mala Jin rojane jinên ku pirsgirêkên wan ên malbatî derketine pêşwazî dikin. Her wiha serdana malên wan dikin û mijarên têkildarî jin bi taybet mijarên zewacê bi wan re nîqaş dikin.

Xebatên perwerde birêxistin kirine

Endamên Mala Jin li hemberî feraseta pirjinî, zewaca bi temen biçûk û jin berdêl dayîn têdikoşin. Ev mijar xistine rojeva civakê de û heftê roja înê diçin li ser malan digerin û jinan li ser van mijaran perwerde dikin.

Komîteya Lihevanîne ya Mala Jin jî ji bo zewaca berdêl bi alîkariya Meclîsa Dada Civakî ya kantona Şehba hewl didin ku kevneşopiya zewaca berdêl hêdî-hêdî çareser bikin.

Li ser zagonên jin dixebitinFATMA EL ELI

Rêveberiya Komîteya Lihevanîne ya Mala Jin Xedîce Baho anî ziman ku  ku destpêke jin newêrîbûn ku pirsgirêkên xwe bi Mala Jin re parvebikin û wiha pê de çû:ʺ Piştî ku em çûn li malan geriyan û me bi jinan re nîqaş kir niha ew tên Mala Jin û pirsgirêkên xwe bi me re parve dikinʺ.

Têkildarî zagonên jin jî Xedîce Baho got em bi alîkariya Yekîtiya Jin a Azad a Şehbayê Em niha zagonên ku Kongreya Star li herêmên Rêveberiya Xweser ji bo jinan hatine derxistine lêkolîn dikin û ji bo derxistina zagonên jin em ji endamên xwe re civînan lidardixin.

Lêgerînên jina ereb ên azadiyê xurtin

Endama Mala Jin a navçeya Kefer Naya Fatma El-Elî diyar kir ku Mala Jin hewl dide ku jin li herêmên Şehba bibin xwedî îrade û xwe birêxistin bike.

Mala Jin a navçeya Kefer Naya ya kantona Şehba dawiya mijdara 2016`an hat vekirin û heyanî niha 6 dewreyên perwerdeya bîrdozî û pîşeyî vekirine.

(np)

ANHA