Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mala Jin a Mensûre çalak dixebitê

Dîmen

TEBQA – Mala Jin a Mensûre û gundewarên wê, bi riya komîteyên xwe dest bi xebatê kiriye û heyanî niha 70 dozên jin çareser kirine.TIBQA-NAVENDEA JIN (1)

Mala Jin a Mensûre û gundewarên wê di 20`ê tebaxê de hat avakirin û bi riya komîteyên xwe (Rêveberî, lihevanîn, dîwan, arşîv û raghandine) jinê birêxistin û perwerde, dike.

Rêveberiya Mala Jin a Mensûre û gundewarên wê Purteqale El-Nasir da  zanîn  ku Mala Jin ji bo rojên pêş pîlansazî dane pêşiya xwe û dê bexçeyên zarokan, werşeya dirûnê veke û 3 meclîsên jin li taxan ava bike. Purteqale diyar kir ku dewreyên perwerde ji bo birêxistinkirina jinan, dest pê kirine.

Bi riya komîteya lihevanînê ya Mala Jin nêzî 70 dozên jin hatin çareserkirin û her du alî li hevdû anîne. Mala Jin tenê yek doz a ku du mehan hewldan çareser bikin, rakirin Dîwana Dada Civakê ya Tebqayê.

Purteqal El-Nasir bang li hemû jinan kir ku bi hev re têbikoşin û dengê xwe bighînin her kesî.

(np)

ANHA