Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mala jinê bi sedan jinên Êyn Îsa perwerde kirin

Dîmen

SEMÎRE DAWID– HÊVÎDAR HERANÎ

EYN ÎSA – Bi armanca zanakirina jinên ji hemû pêkhateyan, Komîteya Jinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Mala Jinê vekir da ku jinên navçeya Eyn Îsa û bajarê Reqayê ku rastî kiryarên çeteyên DAIŞ`ê hatibûn perwede bike.EN ISA-PEWERDEKIRINA-JINAN2

Dema çeteyên DAIŞ`ê navçeya Eyn Îsa dagirkiribûn, desthilatdariya herî tund li dijî jinan bikar tanîn. Cilên reş li ser wan ferz dikirin ku lixwe bikin û nedihîştin jin ji malê derbikevin. Jin ji aliyê çeteyan ve rastî zordestiyê, lêxistin û destdirêjiyê hatin. Çeteyan jin ji hemû mafên wê bêpar kirin.

Piştî herêm ji çeteyan hat rizgarkirin, Mala Jinê di 17`ê tebaxa 2017`an de hate vekirin. Mala Jinê  bi armanca ji nû ve vegerandina ruhê zanabûn û rêvebirinê dest bi kar û tekoşînê kir. Ji bo avakirina kesayeta jinê ku çeteyên DAIŞ`ê wê ji rastiya wê dûr xistibû, gelek gav avêtin.

Mala Jinê

Di Mala Jinê de 8 endam cih digrin. Ji Rêvebera bi navê Amanî Ebdullah, 5 endamên psporên Komîteya Lihevanînê pêk tê.

Armancên Mala JinêEN ISA-PEWERDEKIRINA-JINAN1 ‫(1)‬

Armanca Mala Jinê ew e ku pirsgirêkên civakî yên rastî şêniyan tên di ber çavan re bigrin û dozên jinan çareser bikin. Rêya rast raberî jinan bikin û şêwazên tundiyê ji holê rakin. Jinan teşwîq bikin ku çawa karibin kesayeta xwe ya rast vegerînin.

Bi sedan jin perwerde kir

Mala Jinê bi sedan jin di çarçoveya gelek dewreyên bîrdozî di akademiyên navçeya Eyn Îsa de, perwerde kirin. Ji wan dewreyan, dewreya şehîd Hemîde El-Tahir û dewreya şehîd Henai Ebuldkerîm ên di akademiya Şehîd Narîn dehatin vekirin.

Têkildarî mijarê, Endama Rêveber a Mala Jinê Emanî Ebdullah ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku armanca sereke ya vekirina Mala Jinê û dewreyên ji bo jinan tên vekirin, xurtkirina raman û kesayeta jinên herêmên ku zulma DAIŞ`ê ditine û niha hatine rizgarkirin.

Emanî Ebdullah bang li hemû rêxistin û zasiyan kir ku li kêleka wan rawestin û desteka pêwîst bidin Mala Jinê , her wiha destekê  ji hemû navendên ku ji bo rakirina ramana ku çetayên DAIŞ`ê di nava zarokên herêmê de çandine tevdigerin re, pêşkêş bikin.

(rr)

ANHA