Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mala Jinê meqseda jinên Til Hemîs e

ŞIHAB EL-EHMED

QAMIŞLO – Mala Jin ku ji aliyê Kongra Star ve li navçeya Til Hemîsê hatiye avakirin karibû di sala 2017’an de 325 pirsgirêkan çareser bike. Êdî Mala Jin bûye meqseda hemû jinên Til Hemîsê.

Bi sedan salan jin rastî paşguhkirinê hatin û di çarçoveyeke kevneşopiyên paşverûtî de hatin sînordarkirin û ji îradeya wê hate bê par hiştin, lê bi destpêkirina şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyeyê jinan karibûn serkêşiya şoreşê di hemû aliyan de bikin. Di van pêşketinan de jinên Ereb jî cihê xwe girtin.

Bi armanca çareserkirina hemû pirsgirêkên jinan, Kongra Star li navçeya Til Hemîs a girêdayî kantona Qamişlo ya herêma Firatê Mala Jin vekir. Di sala 2017’an de 445 doz û pirsgirêkên girêdayî jinan ji Mala Jin a Til Hemîsê re hatin. Endamên Mala Jin ji van dozan karibûn 325 dozan çareser bikin û 125 dozên din jî ji Dadgeha Gel a Tirbespiyê re şandin da ku li gorî hevpeymana civakî bêne çareserkirin.QAMISLO-MALA-JINI (2)

Piraniya dozên hatine Mala Jin girêdayî “zewicandina zarokan, mîras, berdan û gengeşeyên hevseran” bûn

Di vê çarçoveyê de û girêdayî pirsgirêk û astengiyên birêxistinkirina jinan û çareserkirina pirsgirêkên wan ên di sala borî de ku rastî Mala Jin hatine Enama Rêveberiya Mala Jin a navçeya Til Hemîs Emel Ebas ji Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) yê re axivî.

Emel Ebas di destpêka axaftina xwe de got ku sala 2017’an ji salên borî pêşketîtir bû, bi taybet piştî ku ji destên çeteyên DAIŞ’ê hate rizgarkirin û wiha got: “Di sala 2017’an de jinan karibûn gelek astengiyên rastî wan hatine derbas bikin. Jinên Til Hemîsê karibûn xwe di hemû aliyan de birêxistin bikin.”

Emel Ebas di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî hemû astengiyên rastî Mala Jin hatine, lê dîsa jî jinan karibûn cihê xwe di nava saziyan de bigirin û xwe ji zihniyeta baviksalariyê rizgar bikin û di hemû saziyên sivîl û leşkerî de cihê xwe girtin.

Emel Ebas got ku avakirina Mala Jin ji aliyê Kongra Star ve gaveke mezin bû û tevî hemû qeydên civakê li ser jinan fezkirine jinan karibûn xwe ji van qeydan rizgar bikin û rastiya xwe derbixînin. Emel Ebas axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Îsal Mala Jin dê gavên mezintir bavêje û rastiya jinên herêmê û hêza wan di birêvebirina civakê de diyar bike.”

(jh)

ANHA