Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mala Jinê ya Eyn Îsa ji bo jinan şevbuhêrkeke organîze kir

EYN ÎSA – Li Eyn Îsa Mala Jin bi alîkariya Komîteya Çand û Huner a Meclîsa Sivîl a Reqayê şevbuhirka jinan organîze, kir.

Mala Jin a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî ji bo jinên navçeya Eyn Îsa şevbuhirk birêxistin kir. Bi dehan jinên navçeyê, endamên meclîsan, Mala Jin û Komîteya Çand û Huner a Meclîsa Sivîl a Reqayê tevlî şevbuhirkê bûn.CELA HEMZAWI

Seroka Komîteya Çand û Huner Celai Hemzawî di destpêka şevbuhirkê de axivî û got:ʺ Em li şevbuhirkê dicivin da ku jin hunerên xwe bi hev re parve bikinʺ.

Celai Hemzawî anî ziman ku jinên Eyn Îsa xwedî hunerin û di mijara huner, wêje û helbest de tecrûbeyên wan hene.

Di berdewamiya şevbuhirkê de jina bi navê Şehnaz Ebdo helbesta bi navê `Pênûs` û Emanî Ibrahîm jî helbesta bi navê `Em ji vir derketin` xwendin.

(np)

ANHA