Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mala Jinê ya Eyn Îsa jinan perwerde dike

EYN ÎSA-  Mala Jinê bi armanca pêşxistina jinan dewreya sêyemîn a jinan bi navê dewreya şehîd Hena Ebdulkerîm Elsrir da destpêkirin.EYN ISA-SÊYEMÎN PERWERDEYA FİKRÎ A JİNÊ HATE VEKİRİN‏ ‫(1)‬ ‫‬

Komîteya mala jinê a navçeya Eyn Îsa a girêdayê herêma Girê Sipî di çareçoveya xebatên perwedekirina jinan de di 1’ê cotmehê dewreya perwedekirina 37 jinan da destpêkirin.  Dewreya ku dê 15 rojan dewam bike saet di 08.00’an de detpê dike û heta 20.00’an didome.

37 jinên koçber ên ji Reqayê, her wiha jinên Ên Îsa û gundên wê beşdarî perwedeyê bûn. Di dewreyê de dersên dîroka jinê ,fedralî ,dîroka û çanda  Reqa, fikr û zanebûna jinan  dê were dayîn.

Rêveberiya dewreyê Dilar Derwîş têkildarî xebatên perwedeyê got ku armanca wan ji vekirina dewreyê ew e ku jin zana bibe û karibe rêveberiya xwe bike û hemû pirsgirêkên xwe  bi xwe çareser bike.

(hh/dc)

ANHA