Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mala Jinê ya Minbicê nakokiya bi salan çareser kir

MINBIC – Ji aliyê hevjînê xwe ve rastî zulm û tundiyê hat. Ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe re berê xwe da Mala Jinê ya Minbicê. Piştî Mala jinê destwerdan kir, ew û hevjînê xwe li hev vegeriyan. Zilam soz da ku li hemberî wê dev ji tundiyê ber de û li mal û zarokên xwe binêre.MINBIC-PISTI-PIRSGIREKEN-BI-SALAN-MALA-JINE-MALEK-LI-HEV-ANIN1 ‫(1)‬

Di 25`ê Mijdara derbasbûyî de, jinên Minbicê Mala Jinê vekirin. Xebatên Mala Jinê ji roja yekemîn de giringî da dozên têkildarî jinê û çareserkirina pirsgirêkên wan. Diheman demê de mala jinê xebatên perwedekirin û zanekirina jinan jî da destpêkirin.

Piştî Mala Jinê hat vekirin, xebatên çareserkirina bi dehan pirsgirêkên jinan hate destpêkirin. pirsgirêkên ku Mala Jinê karîbû çareser bike cuda bûn. Hin ji wan têkildarî nakokiyên di nava malbatê de bû, hin jî têkildarî rewşên kesayetê û tundiya li dijî jinan bûn.

Yek ji jinên Minbicê ku ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe berê xwe da Mala Jinê welatiya bi navê  M. A. ye. M A. bi rastî pêngaveke serkeftî avêt, Mala jinê karîbû pirsgirêka wê çareser bike û M A piştî çend mehan ji mala xwe dûr bû, vegerandin malê.

Jina navborî  35 saliye  û ji beriya 14 salan ve zewiciye, dayika 6 zarokane û li bajaroka El-Erîme bi hevjînê xwe A E yê 40 salî re ku ji heman bajarokê ye jiyan dikir.

Jina behsa mijarê ku di meha 6`an de ducanî ye, ji aliyê hevjînê ve hat rastî lêdanê hat. M A diyar kir ku ev ne cara yekemîne hevjînê wê wisa dike, lê her car piştî ji malê dihat derkirin bi çend rojan hevjînê  wê bi aîkariya xizmên jinê ew vedigerand melê. Her wiha diyar kir ku sedema vê tevliheviyê û derketina pirsgirêkan jî nakokiyên vala yên nav malbatê bûn.

Her carê ku M A ji malê bihatiba derkirin, berê xwe dida mala birayê xwe, lê ji ber ku rewşa birayê wê ya aborî lawaz bû û nikarîbû wê û 6 zarokên wê ve xwedî bike, ev rewş li ser wê giran bû.

Ji ber vê yekê jî, M A biryar stand berê xwe bide Mala Jinê ku çareseriya herî guncawe ji pirsgirêka wê re û hêvî dikir ku Mala Jinê pirsgirêka wê jî wek çawa pirsgirêkên hin jinan çareser kirine, ya wê jî bê çareserkirin.

M A ji biryara xwe paşve neçû û demildest berê xwe da Mala Jinê ya Minbicê û çîroka pirsgirêka xwe ji rêveberiya Mala Jinê re vegot. Mala Jijnê yekser ji bo çareseriya pirsgirêka wê ket nava tevgerê û banga herdu aliyan kir û lêpirsîna doze vekir.

Piştî nîqaşên dirêj di navbera Mala JInê û hevjînê M A `yê de û ravekirina şêwazên guncaw a di nava hevjînan de û nîşandana mafên jinê ku ji aiyê rêveberên Mala Jinê ve hat kirin, M A û hevjînê wê ve karîbûn vegerin malê. Hevjînê M A jî soz da hevjîna xwe ku êdî nema li gel wê tundiyê bikar bihîne û dê tevgereke baş bi wê û zarokan re bike û pêwîstiyên malbatê jî pêşkêş bike

Tê zanîn Mala Jinê ya Minbicê ji roja destpêkê ve heta niha zêdeyî 500 doz û gilî pêşwazî kiriye û karîbû 200 ji wan çareser bike, yên din jî Mala Jinê bi kordîneya bi dadgeha Minbicê re jib o çareseriyê tevdigerin.

(rr)

ANHA