Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mala xwe veguherî cihê perwedeya jinan

Dîmen

TEBQA – Mala xwe veguherî navenda perwedekirina jinan, ew û jinên taxên li wir kom dibûn û karê hevbeş bi derfetên xwe yên herî kêm pêk tanîn. Armanca wan pêşxistin û zanekirina jinan bû.REQQA-TEBAQA-JINEKE-MALA-XWE-KIR-CIHE-PERWERDE ‫(140837377)‬ ‫‬

Komeke jinên taxa Ebdurehman a bajarê Tebqayê kargeheke dirûnê ya hevebş vekirin. Ev 6 salin pirjeyên bi vî rengî li herêmê pêk ne hatiye. Jinan di malê de dewreyên pêşxistina tenduristî vedikin û malên xwe ji bo perwerdeya zarokan kirine dibsitan.

Di rojavayê bajarê Tebqa de komeke jinên ji taxa Ebdurehman ên di Meclîsên taxan de cih giritin, karekî hevbeş pêk anîn. Armanca wan ew bû ku jinan zane bikin. Jin li wir ji rewşa pskolojîk ya di dema çeteyan de jiyan kirin, xilas dikin.

Yek ji jin ku li ser projeyê û xebatên wê disekinî Letîfa El-Berho ye. Letîfa da zanîn ku armanca ew bû ku hemû jinan pêş bixin û zane bikin. lê belê wan xebatên pêşxisitna jinên ereb ên tevahiya bajar esas girtiye.

Letîfa El-Berho, têkildarî xebatên xwe de ev tişt anî ziman: ʺDi çend salên derbasbûyî de li ser jinan hatibû ferizkirin ku di malê de bimînin û derketin li wan hatibû qedexekirin. Jin bingeha civakê ye, ne ji jinê ba, civak nikarîbû pêş bikeve.ʺREQQA-TEBAQA-JINEKE-MALA-XWE-KIR-CIHE-PERWERDE ‫(140837378)‬ ‫‬

Letîfa, destnîşan kir ku pirajeya pêk anîn karekî hevbeş a jinên taxê bû û wiha dom kir: ʺHin jin ji taxên din jî tevlî xebatên me dibûn. Armanca me pêşxistin û zanekirina jinan bû. Ev projeya me bi vekirina sinifekê perwedeyê ji zarokan re bû. Hejmara zarokên tevlî perwedeyê dibûn di navbera 30 – 40 zarokan bû. Hin mamoste ji yên dikarîn zarokan perwede bikin û wan fêrî xwendin û nivîsandinê bikin hatin erkdarkirin.ʺ

Letîfa destnîşan kir ku beşê duyemîn ji projeya wan jî ew ku jinên ciwan fêrî karê dirûnê bikin û wiha dom kir: ʺJinên di kargehê de dixebitîn, cil ji şêniyên taxê re bi buhayekî kêm didrûn. Armanca me di demên pêş de ew e ku em dewreyên perwedeya xwendin û nivîsandinê ji jinan re vebikin. Armanca me ji pirojeyê ew ku em di demên pêş de dewreyên tenduristî û din ji jinan re vebikin. Hemû projeyên têne vekirin bi derfetên me yên herî kêm pêk tên. ʺ

REQQA-TEBAQA-JINEKE-MALA-XWE-KIR-CIHE-PERWERDE ‫(1)‬ ‫‬ REQQA-TEBAQA-JINEKE-MALA-XWE-KIR-CIHE-PERWERDE ‫(140837379)‬ ‫‬

Letîfa mala xwe ku ji 4 odeyan pêk tê kiriye kargeha dirûnê, her wiha sinifên perwedekirina zarokan, di heman demê de dersên perwedeya tenduristî ji jinan re vekirine.

Letîfa El-Berho got ku ji ber derfetên kêm proje dereng hatiye xistin: ʺGelek pirojeyên ku dê xizmeta jinan  bikin di projeya me de hene, ema deretên kêm pirojeyên me dereng dixînin.ʺ

ANHA