Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Malbatên girtiyên hatin berdan banga yekîtiyê kirin

MIED EL-SELÛM- GULÎSTAN MIHEMED

GIRÊ SPÎ- Malbatên girtiyên ku serbest hatibûn berdan kêfxweşiya xwe anîn ziman û li dijî çeteyên DAIŞʹê banga yekîtiya gelan kirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Girê Spî û Meclîsa Rûsipiynê bajarê Girê Spî bi alîkariya YPJ/YPG`ê 19 girtiyên ku têkiliya wan bi çeteyên DAIŞ`ê re hebûn, serbest berdan. Malbatên girtiyan bi vê yekê kêfxwebûn û spasiya Rêveberiya Xweser, Meclîsa Rûsipiyan û YPJ/YPG`ê kirin.

SEBAH EL HEMID

Sebah Eh-Hemed dayîka girtiyê bi navê Hesen El Mûsa spasiya Rûsipiyên Êlan û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û YPJ/YPG ji bo ku kurê wê serbest berdan  ketin nava liv û tevgerê kir û got: ʺ Ez spaisya hemû kesên ku destê wan di serbestberdana wan de hebûn, dikim.ʺ

EMIRA RECIB

Her wiha hevjîna Hesen Mûsa Amîre El-Receb jî got ku li ser daxwaza wan û êlên herêmê hevjînê wê û hevalên wî serbest hatine berdan û wiha bang li ciwanên herêma xwe kir: ʺJi çeteyên DAIŞ`ê yên ku dixwazin fitne têxin navbera gelan de û wan ji hevdû parçe bikin, dûr bimînin.ʺ

IBRAHIM MIHEMED

Ibrahîm Ehmed El Mehmûd bavê girtiyê bi navê Xelîl El Mehmûd got ku YPJ/YPG`ê, Rêveberiya Xweserî û Rûsipiyên herêmê bûn xwedî hewldan heyanî ku zarokên me ji girtîgehê derxistin û em wan spas dikinʺ

Malbatên girtiyan ji bo tinekirina çeteyên DAIŞ`ê banga yekîtiyê li hemû gelê herêmê kirin.

(np/dc)

ANHA