Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Malbatên Şehîdan bi tilîliyan welatiyan pêşwazî dikin

Dîmen

NAVENDA NÛÇEYAN – Li Efrîn, Hesekê û Qamişlo bi hezaran kesî serdana konê sersaxiyê yên şehîdan kirin û sersaxî ji amlbatan re xwestin. Malbatên şehîdan jî bi tilîlî û diruşmeyan pêşwaziya girseyê kirin.

QAMIŞLO

Bi sedan welatiyên bajarê Qamişlo çûn serdana konê sersaxiyê yê Yûsif Umer (Karker Şoreş) û Şadî Mihemed (Dawid Sofî) ku li kêleka goristana Şehîd Delîl Saroxan hat vedan û sersaxî ji malbata herdû şehîdan re xwestin. Girseya gel alên YPG`ê û YPJ`ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocelan vekiribûn.

Di bin konê sersaxiyê de piştî rêzgirtinê axaftin hatin kirin. Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Imad Îsa axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û got ku şoreşa Rojava bi saya tekoşîna şehîdan mezin bû ye û di hemû cîhanê de deng vedaye.

Paşê jî Hevserokê Meclîsa taxa Şehîd Cûdî a bajarê Qamişlo Ebdulah Senco axivî û bi saya şehîdan azadî û aramî di herêmê de pêk were.

Malbatên şehîdan jî bi tilîlî û diruşmeyan pêşwaziya welatiyan dikin. Dê serdana konê sersaxiyê heta sawet 16.00ʹan dewam bike.

HESEKE

Bi sedan şêniyên bajarê Heseke û gundên girêdayî wê sersaxî ji malbata 6 têkoşeran re xwestin.

Bi sedan şêniyên bajarê Heseke û gundên girêdayî wê sersaxî ji malbata şervanên QSD`ê Mihemed Ebdulrezaq (Reşo Tolhildan), Mihemed Hewas (Ebû Hewas), Qadî Salih (Lewend Heseke), Feysel Miêş (Ferhad Heseke), Mihemed Xidir (Hecî Heseke) û Mihemed Bedewî re xwestin.

Konê sersaxiyê li taxa El-Miftî ya Heseke hetibû vedan. Merasîm bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Piştî wê binavê Meclîsa Malbatên Şehîdan Sebah Mûsa, bi navê YPG`ê fermandar Nûrelheq Zêrîn, bi navê TEV-DEM`ê endamê Rêveberiya TEV-DEM`ê Cahid Heseke û bi navê Kongreya Star Sema Hemo axivî.

Axavtivanan di merasîmê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û gotin ku gelên Bakurê Sûriyeyê ji têkbirina terorê li Bakurê Sûriyeyê dest dane hev û bi hev re li hemberî terorê şer dikin.

Merasîm bi dirûşmeya `Şehîd Namirin` bi dawî bû.

HSK-KONE-SER-SAXI HSK-KONE-SER-SAXI1

EFRÎN

Li Efrînê jî bi sedan kesî sersaxî ji malbata Fermandarê Hêzên Eşîreyan Yihya Şihada (Etîq) ê di hemleya rizgarkirina Reqqayê de şehîd bû re xwestin.

Şervanên YPG/YPJ, Asayîş, endamên TEV-DEM, Kongreya Star, endamên eşîreyan û endamên Rêveberiya Xweser jî di nava de bi sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê çûn serdana konê sersaxiyê yê Fermndarê Hêzên Eşîreayan Yihya Şihada û sersaxî ji malbatên re xwestin. Konê sersaxiyê bi Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, wêneyên şehîdan, ala Hêza Eşîreyan, cehbet El-Ekrad, Artêşa Şoreşgeran û TEV-DEMʹê hatibû xemilandin.

Di bin konê sersaxiyê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesen Şêx Hesen, Endamê Rêveber ê TEV-DEMʹê li Efrînê Hecî Riza Ihriz, Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPGʹê Saidq Havîdî, Endama Kongreya Star Riweyda Îbrehîm û mamê Şehîd Mihemed Şihada axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malabtaên Şehîdan re hate xwestin û soza şopandina riya cangoriyan hate dayîn.

Merasîma sersaxiyê bi diruşmayan bi dawî bû.

 (ekîp)

ANHA