Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mamosteyên Dêrikê komploya navneteweyî ya dijî Ocalan şermezar kirin

QAMIŞLO – Mamosteyên herêma Dêrikê bi meşekê ku bajarê Dêrikê ta Goristana Şehîd Xebat dewam kir, komploya navneteweyî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Meşa ku li ser banga Komîteya Perwerdeya Civaka Demorkatîk hate organîzekirin, ji ber Peymangeha Amadekirina Mamosteyan a Dêrikê hate destpêkirin û li kolanên sereke yên bajar dewam kir û paşê mamosteyan berê xwe dan Goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Mamosteyan di meşê de, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdan û pankêrtaʺEm komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar dikinʺ.

Her  wiha mamosteyan bê navber berxwedana Ocalan li Îmralî û Berxwedana Serdemê ya Efrînê silav dikirin.DRK-MESA-MAMOSTIYA-JO- AZADIYA-APO (3)

Li goristanê meşa mamosteyan ji aliyê nûnerên Meclîsa Malbatên Şehîdan, TEV-DEM û PYD`ê ve hate pêşwazîkirin.

Piştî bîranîna cangoriyên azadiyê Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Elî Oriyent axivî û gotʺEm spasiya mamsoteyên dikin ji ber şagirtan li ser fikir û felsefeya Ocalan perwerdeya dikin.ʺ

Her wiha Endamê Koordînesyona KPC-Demokratîk a Bakurê Sûriyê Metîn Cîhan jî axivî û komploya navneteweyî ya dijî Ocalan şermezar kir û got ku ev komplo li ser tevahiya gelên azadîxwaz li Rojhilata Navîn e. Her wiha Cîhan êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê jî şermezar kir.

Paşê, bi navê mamosteyan daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî wiha yeʺ

Wek tê zanîn 19 sal li ser komploya navneteweyî ya ku di kesayeta R.Apo de li ser tevahî gelên azadîxwaz pêkhatî re derbas dibin û hewildanên komployê hîn jî berdewam in. Dewleta Tirk a faşîst hîn jî di kesayeta rêberê me de siyaseta xwe ya qirkirn û tunekirinê li ser gelê me dimeîşne. Bi her awayî êrîşî destkeftiyên gelê me dike û hewl dide şoreşa Rojava bi bin bixîne, ev yek jî îro li Efrînê li ber çavan e. Komplo di roja me de li Efrînê dewam dike.

Gelê me yê azadîxwaz di şoreşa Rojava de bi avakirina felsefeya neteweya demorkatîk û hişmendiya jiyana hevbeş tekez kir ku komplo bi bin ketiye. Ji bo vê jî dewleta Tirk a fasîşt her ku diçe êrîşên xwe zêdetir dike.

Êrîşên ku îro li ser Efrînê tên kirin, ji bilî berdewamiya vê komployê ne tiştek din e. Bi vê komployê hêzên herêmî û hêzên navneteweyî xwestin vîna tevahî gelê azadîxwaz û aştîxwaz di ser wan de jî gelê kurd bişkînin, xwestin damamrê civakbûyînê yê berxwedêr tune bikin, xwestin dawî li jiyana azad bînin, lê belê gelê me yê berxwedêr bi têkoşîna xwe ev komplo vala derxist, bi banga mezlûman, bi vîna xwedawendên azad Zîlan,Sakîne,Bêrîtan, Arîn,Avesta û Barînan koplo têk çû.

Em jî wek KPC-Dêrik, komploya 15’ê Sibatê, her wiha êrîşên hovane yên li ser Efrînê jî şermezar dikin. Em bang li tevahî sazî û rêxistinên mafê mirovan dikin ku bi erka xwe ya mirovî rabin û li beramber vê komloyê bêdeng nemînin,  ji êrîşên li ser Efrînê re jî wek temaşevan ranewestin.

wek xwendevanên fikir û ramanên R.Apo, em diyar dikin ku em ê heya dawî ji bo xwedîderketina li felsefeya rêberê xwe li ser piyan bin, Bi diruşmeya berxwedan jiyan e soza têkoşîna li dijî dagirkirkeriyê nû dikin. Di kesayeta Avesta Xabûr û Barîn Kobanê de, tevahî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û berxwedana serdemê, berxwedana efrînê silav dikin.ʺ

Daxuyanî bi  dûrişmeyên silavkirina berxwedana Efrînê û şermezarkirina komploya navneteweyî bi dawî bû.

(kc)

ANHA