Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mamosteyên Efrînê fêrî bikaranîna çekan kirin

EFRÎN – Komîteya Perwerdeyê ya Civaka Demokratîk a navçeya Raco ya kantona Efrînê dewereya perwedeya çekan ji 140 mamosteyan re vekir.

Şêniyên Efrînê xebatên xwe yên xwerêxistinkirinê û perwedeya li ser çekan didomînin, da ku ji bo xebatên parsitna ji êrîşên Artêşa Tirk a dagirker re amade bin.Di vê çarçoveyê de 140 mamostyên navçeya Raco ya Efrînê tevlî perwerdeya bikaranîna çekan bûn. Armanc ji vê yekê ew e ku mamoste di rewşên awerte de hazir bin parstina herêmên xwe bikin û bersiva êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê bidin.

Dewerya perwerdeyê li ser daxwaza mamosteyan ji komîteya Perewdeya Civaka Demokratîk a navçeya Raco pêk hat. Mamoste li ser esasê wê fêrî bikaranîna çekan û vekirin wê bûn. Dewereya perwedeyê li navenda hêzên Asayîşê hate vekirin.

Tê payîn ku dewre piştî hefteyekê ku mamoste fêrî gulebaranê bibin bi dawî bibe.

(jo)

ANHA

EFRIN-RECO-MAMOSTEYEN-KPCD-FERI-QILESE-DIBIN ‫(1)‬ EFRIN-RECO-MAMOSTEYEN-KPCD-FERI-QILESE-DIBIN ‫(193790467)‬ ‫‬ EFRIN-RECO-MAMOSTEYEN-KPCD-FERI-QILESE-DIBIN ‫(193790465)‬ ‫‬ EFRIN-RECO-MAMOSTEYEN-KPCD-FERI-QILESE-DIBIN ‫(193790466)‬ ‫‬