Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mamosteyên Efrînê perwerdeya çekê dibînin

EFRÎN – 300 mamosteyên jin ên KPC-D ên Kantona Efrînê perwerdeya çawaniya bikaranîna çekê, dibînin.EFRIN-PERWEDYA-LESGERI-YA-MEMOSTEN-JIN (3 ‫(1)‬ ‫‬

Li dibistanên Şehîd Ezîme û ya pîşesazî yên bajarê Efrînê, dewreyên perwerdeya leşkerî ji bo mamosteyên jin ên KPC-D hatin vekirin. Dewre ji aliyê HPC-Jin ve tên dayîn û tê de mamoste fêrî çawaniya bikaranîna çekê dibin.

Derbarê vê yekê de mamosteyê bi navê Ronahî Îbo ji ANHA′yê re axivî û girîngiya fêrbûna bikaranîna çekê wiha vegot: ″Divê em fêrî bikaranîna çekê bêne kirin, da em axa welatê xwe ji êrîşên hêzên dagirker biparêzin.″

Mamosteya bi navê Rûken Hecî Reşîd jî diyar ki  ku ew bi vê gavê kêfxweşin û bal kişand ser girîngiya perwerdeyê di vê rewşa ku herêm tê re derbas dibe de.

Tê payîn ku dê dewre du rojan dom bike.

(mm)

ANHA