Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mamosteyên Efrînê têne perwerdekirin

EFRÎN – Komîta Perewerdê û Fêrkirinê ya Civaka Demqratîk perwedeya mamosteyan li ser biranşan da destpêkirin. Perwede bi tevlîbûna 3050 mamosta hatiye destpêkirin.EFRIN-PERWERDEYA-MAMOSTEYAN (1)

Piştî ku mamosteyên katnona Efrînê ezmûna xwendin û nivîsandinê ku di 11ʹê tîrmehê de pêk anîn û 3 rojan dewam kir. Komîteya Perwerdeya Civaka Demorkatîk dest bi perwerdeya mamosteyan a metreyalên asta seretayî, navîn û amadeyî kir. Armanca ji vê perwedeyê ew e ku asta mamosteyan were pêşxistin.

Dewereya perwerdeyê bi beşdarbûna 3050 mamosteyan hatiye destpêkirin û dê meh û nîvekê dewam bike.

Di perwerdeyê de mamoste naveroka metreyalan dibînin û li ser çawaniya şîrovekirina dersan têne perwedekirin.

Rêveberiya Komîteya Peredeya Demokratîk destnîşan kirin ku cara yekem dê 60 mamosteyên zimanê erebî perwerdeyê li ser metriyalên erebî ku hatiye amadekirin bibin.

(mh)

ANHA