Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mamosteyên Helebê: Têkoşîna me ji bo azadkirina Ocalan berdewam e

 

HELEB – Mamosteyên Helebê komploya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Em nawestin û nasekinin, em ê heta dilopa dawî ya xwînê ji bo azadiya Ocalan ji girtîgeha faşîzma Tirkiyê têbikoşin.”

Bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  bi dehan mamosteyên bajarê Helebê ku wêneyên Ocalan û alên TEV- DEM‘ê rakiribûn li qada dibistana Şehîd Alan Mihemed a taxa Şêxmeqsûd kom bûn û daxuyaniyek ji bo raya giştî dan.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê Endama Komîteya Civaka Demokratîk Rojbîn Ebdo ve hate xwendin.

Rojbîn Ebdo got:”Ji dîroka mirovahiyê ve gelê Kurd rastî polîtîkeyên qirkirin û înkarkirinê ve hat. Deweleta Tirk û hevkarên wê ji dewletên herêmî û cîhanî li hemberî gelê Kurd hewl didan hebûna kurdan li ser erdê tune bikin û mafên wan biçewisînin. Ev siyaset heta demeke dirêj dewam kir.

Gelê Kurd bi saya fikr û felsefeya Rêbereê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji tariyê  azad bû, ji ber ku Ocalan, parastina hemû gelên blindest û bi taybet gelê Kurd dike, mafê gelê xwe parast û bi fikrê xwe dîroka gelê Kurd bi tîpên zêrîn nivisand.

Ev yek ji bo Tirkiyê û hevkarên wê aciziyek çêkir, ji ber vê yekê komplo pêk anîn û Rêbertî girtin, xwestin vîna gelê Kurd têk bibin, lê ne dizanîn ku bi milyonan xwedî li ramenên Ocalan derketin.

Wekî mamosteyên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk em komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalaln şermezar dikin û soz didin her kesî ku em neviyên Ocalan in û em ê xeta wî dewam bikin. Em nawestin û nasekinin, em ê heta dilopa dawî ya xwînê ji bo azadiya Ocalan ji girtîgeha faşîzma Tirkiyê têbikoşin.”

(bb)

ANHA