Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mamosteyên Reqa hedefkirina dibistanên Efrînê şermezar kirin

REQA – Buroya Perwerdeyê ya herêma Kerama û gundewarên wê bi daxuyaniyekê êrîşên artêşa Tirk li ser Efrînê û hedefkirina navendên xizmetguzarî, dibistan, mezarên şehîdan û pîrozgeh şermezar kir.

Mamosteyên gundewarên rojhilatê Reqayê li pêşiya Buroya Perwrdeyê ya herêma Kerama kom bû û daxuyaniyek ji bo raya giştî dan.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Buroya Perwerdeyê Fehed El-Casim ve hate xwendin.

Fehed El-Casim bi navê mamosteyên gundewarên rojhilatê Reqayê êrîşê artêşa Tirk li ser gelê Efrînê şermezar kir û got ku, Tirkiyê hewl dide Sûriyê dagir bike û xewna xwe ya vejandina empratoriya osmaniyan bi cih bîne.

El-Casim her wiha êrîşên AKP‘ê yê li ser Efrînê, nêzîkatiyên wê yên dijî koçberên li Efrînê, hedefkirina mezarên şehîdan, navendên xizmetguzariyê û dibistanan şermezar kir û anî ziman ku ev kiriyar nîşaneya lewazbûna dagirkeriya Tirkiyê ye.

Fehed El-Casim di dawiyê de bang li civaka navdewletî û cîhana erebî kir ku li hember êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê bisekinin.

(bb)

ANHA