Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mamosteyên Reqayê êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin

REQA – Memosteyên Reqayê, êrîşên hovane yên artêş Tirk a dagirker û çeteyên wî li ser Efrînê şermezar kirin û bang li kesên Sûrî yên ku cihê di êrîşan de girtine kir ku li mirovahiya xwe ya ku Erdogan ji wan standibû vegerin û beşdarî rijandina xwîna birayên xwe yên gelê sûriyeyê nebin.

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC-Demokratîk) daxuyaniyek ji bo raya giştî da. Di daxwiyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku destwerdanê bikin ku êrîşên hovane li ser Efrînê rawestînin.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan mamaosteyan ji aliyê hevserokê KPC-Demokratîk Elî El-Şenan ve hate xwendin. Daxwiyanî wiha ye:

” Bi navê KPC-Demokratîk, em wekî mamosteyên Reqayê, êrîşên Tirkiyê yên li ser birayên me li bajarê Efrînê şermezar dikin û em bang li Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî destwerdana hovane ya Tirkiyeyê li ser xaka Efrînê ya Sûriyeyê derkevin. Her wiha em ji çeteyên ku piştgiriya Erdogan dikin ku, li mirovahiya xwe ya ku Erdogan ji we standiye vegerin û beşdarî rijandina xwîna birayên xwe yên gelê Sûriyeyê nebin. Ji ber ku Sûriye bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên qehreman wê bi ser bikeve û terorê û dagirkeriyê wê têk biçe.

Em weke nûnerên perwerdeyê tekez dikin ku şerê me li dijî nejadperestî, nezanî û ramanên diktatorî wê berdewam be, em jî bi belavkirina  felsefeya demokratîk a rast û durist piştgiriyê bidin hêzên xwe yên leşkerî, were xwestin em ê pênûsên xwe deynin û çek arkin. û bi wan re şer bikin.”

Bijî Sûriya azad û demokratîk

Bijî Sûriya yekbûyî

Şehîd namirin”

(hş)

ANHA