Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mamosteyên Tebqa bi dildar, zarokan fêr dikin

Dîmen

TEBQA – Girûpek mamosteyên dildar bi hevkariya Meclîsa Sivîl a Tebqayê dibistana Tariq bin Ziyad (16 Tişrîn) vekirin û zarokan fêr dikin. Piştî serweriya artêşa Azad li ser bajarê Tebqayê di 2012`an de û pişt re di 2014`an de jî bi hatina DAIŞ`ê re, tu rengê fêrkirin û hînbûnê di dibistanan de nema.REQQA-TEBQA-MAMOS-U-SAGIRT ‫(126616065)‬ ‫‬

Ji xwe di demên beriya rizgarkirina bajar di 10`ê gulanê de, çeteyên DAIŞ`ê zarok tevlî refên xwe dikirin li gor hin metryalên radîkal perwerde dikirin, lewma malbatan zarokên xwe digirtin û hewl didan dûrî navendên DAIŞ`ê bixin.

Bi rizgarkirina bajar re û bi mebesta rakirina nezaniyê di nava zarokan de, hin mamosteyên dest bi insyatîfên dildar kirin û li ser vî esasî çend dibistan hatin vekirin, ji dibistanên hatine vekirin ya Tariq bin Ziyad e.

Ev dibistana li devera El-Wehib a li başûrê bajare, li taxa El-Rafîdeyên dikeve û tê de zêdetirî 35 mamoste û hezar şagirt hene.

Mamosteya jin Ş.T derbarê vê insyatîfa wan de ev tişt anî ziman: ʺMe bi dildarî ev dibistan vekir, ji bo ku nezantî nebe  para zarokan û bi taybet ku ev demeke dirêje ji xwendin û nivîsandinê qut bûn.”

Ş.T da zanîn ku hejmara wan derdora 35 mamosteyane û ew madeyên cur be cur in, her wiha hejmara zarokan jî hezar derbas kir.

Tevhiya şagirt ên qonaxa seretayî ne û waneyên nivîsandin, xwendin û bîrkarî distînin.

Mamosteya jin di nava gotinên xwe de bang li civaka navnetewî kir ku destek bide, ji bo ku ev gavên mirovahî dewam bikin.

(nse)

ANHA