Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Mazot li welatiyên Tebqa tê belavkirin

TEBQA Meclîsa Sivîl a Tebqayê dest bi belavkirina sotemeniyê li welatiyên bajarê Tebqayê kir. Tê payîn ku sotemenî li giştî welatiyên bajêr û gundewarê wê were belavkirin.TEPQA-BELAVKRINA-MAZOTE

Bi nêzîkbûna demsala zivistanê re Komîteya Xizmetguzariyê ya girêdayî Mala Gel a bajarê Tebqayê ku ji 6 meclîsan pêk tê dest bi belavkirina mazotê li 800 malbatên bajêr kir.

Komîte ji bo her malbatekê 300 lître veqetandine û lîtreyeke mazotê bi 70 lîreyên Sûriyeyê difiroşe welatiyan, nemaze li bazaran bi 225 lîreyan tê firotin. Ango buhaya giştî miqdara mazotê ya ji malbatekê re hatiye veqetandin 21 hezar lîreyên Sûriyeyê ne.

Welatiyan girêdayî vê mijarê kêfxweşiya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev gaveke guncaw ji aliyê rêveberiya bajêr ve ye û welatî bi riya vê alîkariyê dikarin sotemeniya xwe ya demsala zivistanê peyda bikin. Welatiyan dane zanîn ku buhaya mazotê li bazaran bi çar qatan ji buhaya mazota tê belavkirin bilindtir e.

Belavkirina mazotê di bin çavdêriya komîteya xizmetguzariyê de tê meşandin û niha li taxa El-Rafîdên tê belavkirin. Endamên komîteyê diyar kirin ku heta mazot li giştî bajêr û gundewarê wê tê belavkirin dê xebatên xwe berdewam bikin.

(jh)

ANHA

TEPQA-BELAVKRINA-MAZOTE1 (2) HAFIZ HUSEN ELI