Têkilî | Derheqê me de

Meclîsa bajaroka El-Cezrat hate avakirin

DÊRAZOR – Meclîsa Sivîl a Dêrazorê li bajaroka EL-Cezrat Meclîsa Gel bi navê “Meclîsa Şehîd Dehiş EL-Abdullah” bi merasînekê ava kir.DER-ZURE-VEKIRINA-MECLIS-SEHID-DEHIS (2)

Bi dehan şêniyên bajaroka EL-Cezrat, rêveberên Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, Meclîsa Sûriya Demokratîk, nûnerên Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî merasîma vekirina meclîsê bûn.

Merasîm bi rêzgirtin destpê kir. Paşê Hevserokên Meclîsa Şehîd Dehiş EL-Abdullah Zehra EL-Şiblî û Îsmaîl EL-Hemiş vekirina meclîsê li hemû şêniyên bajaroka EL-Cezrat pîroz kirin û tekez kirin ku wê li gorî baweriya şêniyan bin û hemû pêwîstî û pirsgirêkên wan çareser bikin.

Her wiha Hevseroka Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Leyla EL-Hesen got ku avakirina meclîsa bajarok  pêngaveke ber bi yekîtiya şêniyên herêmê ve ye û destpêka rêxsitinkirina herêmê ye.

Heri wiha bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajaroka EL-Cezrat, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Meclîsa Xeta Rojava ya bajarokê Ebû Xeşeb axaftin hatin kirin û vekirina meclîsê li hemû şêniyan hate pîrozkirin.

Piştî axaftinan, deriyê meclîsê ji aliyê dayika şehîd Dehiş EL-Abdullah hate vekirin.

Merasîma vekirina  meclîsê bi govend û dîlanan bi dawî bû.

(bx)

ANHA