Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa bajaroka Mensûra birêxistinkirina welatiyan berdewam dike

Dîmen

TEBQA – Meclîsa Gel a bajaroka Mensûra ya girêdayî devera Tebqayê bi hevkariya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a devera Tebqayê xebatên xwe ji bo birêxistinkirina welatiyan berdewam dike.DILAL MOUHAMED

Di çarçoveya kar û xebatên birêxistinkirina welatiyan de, Meclîsa Gel a bajaroka Mensûra ya girêdayî devera Tebqayê ku çavdêriya 24 meclîsên bajarok û gundên derdorê dike ji dema hatiye avakirin ve xebatên xwe di herdu aliyên rêxistinî û xizmetguzarî de berdewam dike. Meclîsê di vê dema borî de gelek xebat pêk anîn. Hin ji van xebatan avakirina yekîneya ava vexwarinê, aktîfkirina navenda tenduristiyê, vekirina Mala Jin û pêkanîna serjimariya welatiyên li bajaroka Mensûra û derdora wê jiyan dikin.

Hevseroka Meclîsa bajaroka Mensûra Delal Mihemed Dîbo diyar kir ku meclîsa wan niha  toreya kehrebeyê sererast dike.

Piştî ku qanûna Erka Xweparastinê ji aliyê Meclîsa Zagonsaz ve hate erêkirin Meclîs belgeyên ciwanan peyda dike da ku ciwan karibin bi hêsanî beşdarî nava xebatên parastinê bibin û xwendekar jî karibin pêkanîna xwe ya erka xweparastinê dereng bixînin.,

Di van rojên pêş de jî Meclîsa bajaroka Mensûra bi riya komîteya Xizmetguzariyê dê mazotê li welatî û koçberan belav bike.

(jh)

ANHA