Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Ciwanên Dêrazorê hate îlankirin

Dîmen

DÊRAZOR – Ciwanên Dêrazorê kongreya xwe ya damezrîner bi dûrişmeyaʺ Em ê berxwedana Efrînê veguherînin amûra afirandina ciwanên azadʺlidar xistin û Meclîsa Ciwanên Dêrazorê îlan kirin.

Kongre li gundê El-Kesrat ê girêdayî  Dêrazorê bi amadebûna endamên Meclîsa Sûriyê Demokratîk, Meclîsa Sivîl a Dêrazorê, Meclîsa Malbatên Şehîdan û Hêzên Sûriyê Demokratîk hate lidarxistin.FIRAS

Kongre bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Piştî diyarkirina endamên dîwanê,  Endamê MSD`ê Fîras axivî û bi xêrhatina beşdaran kir.

Fîras da zanîn ku piştî 7 salan ji zilm û terora DAIŞ`ê, lidarxistina kongreyekî bi vî awayî û avakirina Meclîsa Ciwanên Dêrazorê gavekî dîrokî ye.

Her wiha Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan Necla El-Hewarc û Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif û Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Hena Tirkî axîvin û lidarxistina kongreyê pîroz kirin.

Paşê, sînevizyonek derbarê xebatên Meclîsa Ciwanên Sûriyê hate pêşandan. Her wiha di berdewamiya kongreyê de, rêziknameya hundirîn û reşnivîsa biryaran hate xwendin û nîqaş li ser hatin kirin.MIDIYA

Paşê, endamên Meclîsa Ciwanên Dêrazorê hatin hilbijartin û bi vê yekê re Meclîsa Ciwanên Dêrazorê hate avakirin.

Di dawiya kongreyê de, Endama Yekîtiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Meyda Mihemed axivî û  avakirina Meclîsa Ciwanên Dêrazorê pîroz kir û gotʺEm ji vir ji ciwanên ku li eniyên Efrînê li berxwe didin dibêjin ku win ne bi tenê ne  û em her tim bi we re ne.ʺ

(kc)

ANHA

FIRAS DER-ZOR-AVAKIRNA NAVINDA CWANA (2)