Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Damezrîner bi Hêzên Asayîşê re civiya

GIRKÊ LEGÊ – Meclîsa Demzrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi Hêzên Asayîşê re civiya, encama civîna duyem a Meclîsê û bendên hevpeymana civakî bi wan re parve kir.

Meclîsa Demzrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê  bi Endamên Hêzên Asayîşê  re civiya. Civîn li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajaroka Rimêlan hat lidarxistin. Hevserokên Meclîsa Damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsif û Mensûr El-Selûm û Rêvebera Asayîşa Rojava Nûjen Hesen amade bûn.

Di destpêka civînê de Hediye Yûsif encamnameya civîna duyem a Meclîsê, vegot. Hediye destnîşan kir ku Meclîsê di civînê de pêşketinên siyasî yên li herêmê, reşnivîsa hevpeymana civakî û bendên wê nîqaş kirin.

Hediye da xuyakirin ku navê Federaliyê ji bo parastina mafê hemû pêkhateyan û li gorî rêgeza netewa demokratîk hat guhartin.

Hevserokê Meclîsê Mensûr El-Selûm jî axivî, rewşa siyasî ya herêmê, girîngiya pêvajoya ku herêm tê re derbas dibe, her wiha dagirkirina Bakurê Sûriyê  ji aliyê dewleta Tirk ve, nirxand.

El-Selûm ji Hêzên Asayîşê xwest ku ji bo parastina herêmên Fedral ên Bakurê Sûriyê têkoşîna xwe xurt bikin.

(kc)

ANHA

girke-civina-deferaliye-u-endamen-asayise-2 girke-civina-deferaliye-u-endamen-asayise-3