Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Federaliyê yekem salvegera sîstema xwe pîroz kir

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Damezrêner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê, yekemîn salvegera ragihandina Sîstema Federal li hemû gelê Bakurê Sûriyê  û Rojhilata Navîn pîroz kir û tekez kir ku dê rêya biratiya gelan û jiyana hevbeş bidomîne. Meclîsê her wiha bang li hemû gelê herêmê kir ku destkeftiyên Şoreşê û avakirina Federaliya Demokratîk biparêzin.

Meclîsa Damezrêner a Sîstema Federaliya Bakurê Sûriyê bi boneya yekemîn salvegera damezrandina Sîstema Federal daxuyaniyek da.

Daxuyaniya meclîsê wihaye:

ʺBi navê Mecîsa Damezrêner a Sîstema Federal a Bakurê Sûriyê, em  ragihandina Sîstema Federal a di civîna Meclîsa Damezrêner kudi  16-17ʹê Adara 2016`an de li bajarê Rimêlan hatiye ragihandin li gelê Rojava-Bakurê Sûriyê û gelên Rojilata Navîn pîroz dikin.  Ev Meclîs di meha Adara ku meha xêrê, geşedanû dayînê ye, meha serhildana şoreşên gelên têkoşere, hat li darxistin.

Di meha Adarê de Şoreşa Sûriyê, Komkujiya Helpça, Roja jinên Kedkar û herwekî din jî hene. Em jî vê boneyê qezenc dikin û ji hemû cîhanê re isbat dikin ku xeta biratiyê û jiyana hevbeş ya şoreşa me dê serbikeve. Şoreşa gelê me ku bi serkeftinên mezin a hêzên me ya li dijî terorê û rizgarkirina xaka me ji bermahiyên çeteyan bi xwîna şehîdan pêk hatiye, ji ber wê serkeftin ji bo parsitna nirxên şehîdan û xaka pîroz  a Rojava pêk hatiye.

Em bang li gelê xwe yê  ji hemû pêkhateyan dikin ku asta komployê bizanin û li ser xeta demorkatîk bimeşin. DI heman demê de bandora dewleta Tirk û pîlanên wan a li ser pirojeya me ya demokratîk ku dixwazin tevlîheviyê di navbera pêkhateyan de derbixin û ji ber vê yekê êrîşî Şengalê û Derdora Minbicê jî dikin.

Ji ber vê yekê ji hemû kesî tê xwestin ku ji bo parstina destkeftiyên şoreşê bi yek destî bisekinin û ji bo avakirina Netewya Demokratîk û pêkanîna pirojeya Fedraliya Demorkatîk ku bû ye daxwaza hemû gelên blindest tekoşîna xwe bilind bikin.ʺ

(rr/dc)

ANHA