Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Fedraliyê ji bo parvekirina rêveberiyan û qanûna hilbijartinan civiya

Dîmen

GIRKÊ LEGÊ –Sêyemîn civîna Meclîsa Damezirîner a Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku ji bo erêkirina reşnivîsa qanûnî ya parvekirina rêveberiyan û qanûna hilbijartinan tê lidarxistin, dest pê kir.MANSIT

Sêyemîn civîna Meclêîsa Damezirîner a Fedraliya Bakurê Sûriyê bi armanca erêkirina reşnivîsa parvekirina rêveberiyan û qanûna hilbijartinan li salona sendîqaya karkeran a bajaroka Rimêlan a Girkê Legê dest pê kir. Nûnerên Hemû herêm û kantonên Rojva-Bakurê Sûriyê (Cizîrê ,Kobanê,  Minbic, Efrîn, herêmên Şehbayê û Til Ebyed) beşdarî civînê bû.RIMELAN-KONGIR (2)

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm axivî û bal kişand ser girîngî û hesasiyeta demê ku li Bakurê Sûriyê tê jiyankirin û wiha got:  ʺPêwîste di vê dema dîrokî de destkeftiyên hatine bidestxistin werin parstin. Divê Sûriyê bibe ya hemû gelê Sûriyê û dûrî hemû berjewndî û siyasetên derve.ʺRIMELAN-KONGIR (3)

Civîn bi axaftina Hevserokê Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Mensûr El-Selûm didome. Tê payîn ku piştî Mensûr axaftina xwe bi dawî bike, Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Sîstema Fedraliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediya Yûsif axaftinekî bike û navberoka civînê diyar bike../.

(dc)

ANHA