Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Gel a Mexmûrê  têkildarî êrîşê daxuyaniyek da

NAVENDA NÛÇEYAN – Meclîsa Gel a Mexmûrê diyar kir ku Hikûmeta Navendî ya Îraq û hêzên ku qada hewayî ya Iraq bikar tînin ji vê êrîşa ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, berpirsyar in.

Meclîsa Gel a Mexmûr, têkildarî êrîşa di saetên vê êvarê li Kampa Mexmûr pêk hat de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya Meclîsa Gel a Mexmûrê de ev tişt hate gotin: “6’ê Kanûnê di saet derdorî 18:45’an de li dijî hêzên Ewlekariya Parastinê ya Mexmûrê ku li Kampa Koçberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê ya di bin sêwana Neteweyên Yekbûyî de pêk hatiye. Di encama vê êrîşê de ji hêzên Ewlekariya Parastinê ya Mexmûrê şehîd û birîndar hene.

Hêzên Parastina Mexmûrê, ji Tebaxa 2014’an û şûnde li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo welatiyên sivîl ên Kampa Mexmûrê biparêzin hatibû avakirin. Ev yekîneyên parastinê yên ku xwe dispêrin hêzên xweser ên gelê wargehê, li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê welatiyên sivîl ên li kampê bi awayekî aktîf parastibûnî

Hikûmeta Navendî ya Iraq û hêzên ku qada hewayî ya Iraq bikar tînin ji vê êrîşa ku nayê zanîn ji aliyê kê ve hatiye kirin, berpirs in. Li herêma ku êrîş lê pêk hatiye, qada hewayî ji aliyê hikûmeta Navendî ya Iraqê ve tê parastin. Divê têkildarî vê êrîşê divê Hikûmeta Navendî ya Iraqê bi lezgînî daxuyaniyek bide.

Têkildarî detayên berfireh ên êrîşa li dijî kampa penaberan a mirovên sivîl lê dijîn, wê di saetên pêş de agahî bi raya giştî re bê parvekirin.”