Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Jin a Tebqayê hat avakirin

Dîmen

TEBQA- Meclîsa Jin a Tebqa ku ji 32 endaman pêktê roja Şoreşa Rojava 19`ê Tîrmehê hat avakirin.TEBQA-JIN-ROJA-XWE-YA-DIROKI-BIBIRTININ ‫(1)‬ ‫‬

Piştî ku şervanên QSD`ê 10`ê gulanê bajarê Tebqa rizgar kirin, aliyê rêxistinî de gav hatin avêtin. Li Tebqa û gundên wê meclîs hatin avakirin. Di nava her meclîsekê de komîteyeke jin hebû û ji bo avakirina Meclîsa Jin a Tebqa û gundên wê amadekarî dihat kirin.

Jin li Tebqa piştî salên dirêj ku di bin zîhniyeta zilamê desthilatdar de ma, êdî destbi nivîsandina rûpeleke nû ya dîrokê kir.

Jinên Tebqa ji bo avakirina Meclîsa Jin a Tebqa, bi cil û bergên xwe yên folklorî û kêfxweşî berê xwe dan Navenda Meclîsa Jin a taxa duyem a bajarê Tebqa.TEBQA-JIN-ROJA-XWE-YA-DIROKI-BIBIRTININ ‫(147128835)‬ ‫‬

Bi dehan jin ji bajarê Tebqa û gundewarên wê (El-Cirniyê, El-Mehmûdliyê, Henîde, El-Mensûre û Siwêdiyê El-Kebîre), Hevseroka Meclîsa Sivîl a Tebqa Rewşen Hemê û endamên wê û bi navê Kongreya Star Berdevka Kongreya Star Evîn Siwêd û Cîgira Seroka Desteya Jin a kantona Cizîrê Emel Gewriye tevlî Mersîmê bûn.

Her wiha Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed jî di merasîmê de made bû.

HIN ELI

Merasîma avakirina Meclîsa Jin a Tebqa bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Rêveberiya Meclîsa Jin a Tebqa Hind El-Elî xêrhatina beşdarvanên merasîmê kir û jinên ku di xebatên avakirina Meclîsa Jin de ciyê xwe gitine spas kir.

CELA HEMZAWIYA

Her wiha di berdewamiya merasîmê de Cîgira Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Celai El-Hemzawî di merasîmê de axivî û got:ʺ Jin hemû civake, dibistane, dayîke, helbestvane û şerkere. Di dîrokê de jinên weke Belqîs, Zenûbiye, Xensai û Şeceret El-Dir dîroka jin nivîsandin.ʺ û bang li hemû jênên Sûriyê kir ku ji bo avakirina civaka azad û demokratîk dest bidin hev.

ROSIN HEME

Hevseroka Meclîsa Sivîl a Tebqayê Rewşen Hemê bi gotina: ʺ Li Tebqayê û bi taybet di van salên dawiyê de jin xwe birêxistin nedikir. Di dema rejîmê de tenê `Yekîtiya Jin` hebûʺ destbi gotinên xwe kir û got:ʺ Rejîma Baas di bin navê mafên jinên diparêze Yekîtiya Jin avakiribûʺ.

Rewşen Hemê di dawiya gotinên xwe de got ku:ʺ Sîstema desthilatdar jin weke meta dida bikar anîn. Jina Sûriyê ev yek ji bo xwe nepejirand û destbi têkoşîne kir. Jin xwedî hêze û li hemberî çeteyên DAIŞ`ê bi lehengî şer kirʺ.

ILHAM EHMED

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed ku di merasîmê de axivî anî ziman ku Şoreşa Rojava ya ku ji Kobanê destpê kir, şoreşeke siyasî ye û bi giştî Sûriyê ve têkildar e. Bi şoreşê re têkoşîna li hemberî sîstema desthilatdar destpê kirʺ.

Di dawiya gotinên Ilham Ehmed de hat gotin ku piştî bajarê Tebqa rizgar bû ji bo avakirina Sûriya Federal û Demokratîk divê şêniyên Tebqa bajarê xwe bi xwe ava bikin.

Cîgira Seroka Desteya Jin a kantona Cizîrê Gewriye Emel jî di merasîmê de axivî û di destpêka axavtina xwe de got ku gelê Cizîrê û gelê Suryanî jinên Tebqayê silav dikin û avakirina Meclîsa Jin a Tebqayê bi 3 zimanan erebî, suryanî û kurdî pîroz kir.

EMEL KORIYA

Emel Gewriye di berdewamiya gotinên xwe de wiha got:ʺ Jin di nivîsandina hevpeymanên civakî de ciyê xwe girt, sîstema rêveberiya nû ya hevserokî ava kir û di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de bû xwedî biryar. Jin ji bo bighîje azadiya xwe û civaka azad ava bike çek rakiriyeʺ.

EVIN SEYIDO

Her wiha Evîn Siwêd axivî û got:ʺ Jina Sûriyê piştî her aloziyekê dikare destbi xebatên avakirine bike û mînaka wê jî Meclîsa Jin a Tebqayê yeʺ.

Hevseroka Mala Gel a taxa El-Buheyre Kewser El-Ferec jî got:ʺ Em ji hemû aliyan ve xwe birêxistin bikin û di nava civakê de bibin xwedî rolʺ.

HEYA ISMAHIL

Endama Rêveberiya Meclîsa Jin a Tebqayê Heyat Ismaîl di merasîmê de wiha got:ʺ Jin wê bi destê xwe dîroka xwe binîvîsîne. Ked û rola jinê wê civakeke azad bide ava kirinʺ.

KEFA SINCARI

Di dawiyê de Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Tebqa Kefai Sincar axivî û avakirina Meclîsa Jin a Tebqayê li hemû jinan pîroz kir.

Şandeya Cizîrê ku tevlî merasîmê bibû bi navê Hevseroka kantona Cizîrê xelat diyarî Meclîsa Jin a Tebqayê kir.

Di dawiya merasîmê de Meclîsa Jin a Tebqayê derbare êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Şehba û Kantona Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Meclîsa Jin a Tebqayê ji 32 endaman pêk tê û ji bo jin ji hemû pêkhateyên Sûriyê (suryan, çerkes û ermen) ciyê xwe di meclîsê de bigrin wê hejmara endamên meclîsê di dema pêş de bibe 40 endam.

(np)

ANHA