Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Jina Sûrî piştî konferansê yekem civîna xwe li dar xist

DIRBÊSIYÊ – Meclîsa Jina Sûrî piştî konferansa ku li bajarê Minbicê Minbicê hat lidarxistin, yekem civîna xwe li bajarê Dirbêsiyê li dar xist. DIRBESIYE-MEJASA-JNN-SOREA-JVENA-XOE-1-LEDADXN (2)

Di civînê de 50 Endamên Meclîsê yên ji gelek bajarên Sûriyê û Hevseroka MSD′ê Îlham Ehmed amade bûn. Beşdaran li ser reşnivîsa rêziknameya Meclîsê û projeyên Meclîsê yên hersê mehên  pêş nîqaş kirin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Îlham Ehmed rewşa dawî ya herêmê nirxand û da zanîn ku ji ber destwerdana hemû hêzên cîhanî aloziya Sûriyê kûrtir bûye. Her wiha diyar kir ku serkeftinên li Bakurê Sûriyê têne bidestxistin, mekanîzmeya çareserkirina aloziyê ava dike.

Îlham di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku jina Sûrî ji bo derxistina gel û jinên herêmê ji vê aloziyê roleke girîng dilîzin.

Piştre beşdaran reşnivîsa Meclîsa Jina Sûrî nîqaş kirin, nêrîn û pêşînyarên xwe derbarê wê de pêşkêş kirin. Her wiha Komîteyên Meclîsê yên ″Rêveber ji 5 kesan pêk tê, Têkîliyên Dîplomatîk ji 13 kesan pêk tê, Zagonî ji 4 kesan pêk tê, Ragihandin ji 6 kesan pêk tê û Komîteya Darayî ji du kesan pêk tê″ hatin avakirin.

Di dawiyê de planên Meclîsê yên 3 mehên pêş wekî ″lidarxistina sermîneran û civînên danasîna Meclîsê″ hatin diyarkirin.

Dê her 3 mehan civîneke bi vî awayekî were lidarxistin.

(mm)

ANHA