Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Jinê ya gundê Xanikê hat avakirin

KOBANÊ – Kongreya Star li gundê Xanikê Foqanî, Meclîsa  Jinê ava kir.

Kongreya Star bi jinên gundê Xanikê Foqanî û gundên derdorê re civiya. Civîn li dibistana Şehîd Neyneb bi beşdariya bi dehan jinan, hat lidarxistin.

Civîn bi armanca aktîfkirina rola jinê di warê rêxistinî de hat lidarxistin. Di civînê de Endama Rêveberiya Kongreya Star  Sara Xelîl anî ziman ku jinê ji di qadên siyasî û leşkerî de xwe îsbat kiriye.

Endama Rêveberiya Star Newroz Kobanê bang Ii tevahî jinên cîhanê kir ku li hember astengiyan li ber xwe bidin û mafê  xwe biparêzin.

Di dawiya civînê de, Meclîsa Jinê ya gundê Xanikê Foqanî hat avakirin û Endmên wê hatin hilbijartin.

(mm)

ANHA