Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa jinên gundê Til Xezal hat avakirin

KOBANÊ- Kongreya Star jinên herêma Kobanê birêxistin dike û li gundê Til-Xezal ê girêdayî kantona Kobanê meclîsa jinên gund ava kirin.

Kongreya Star ji bo avakirina meclîsa jinên gundê Til-Xezal ê dikeve başûrê kantona Kobanê civîn lidar xist.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtine destpê kir. Endama Kongreya Star Sara Xelîl axivî û got:ʺ Divê jin ji hemû aliyan ve xwe birêxistin bike.ʺ

Her wiha Rêveberiya Kongreya Star Newroz Kobanê jî axivî û bang li hemû jinan kir ku tevlî xebatê bibin û xwe perwerde bikin.

Di dawiya civînê de meclîsa jinên gundê Til Xezal hat ava kirin.

Kongreya Star li xeta başûrê Kobanê destbi avakirina meclîsên jin kiriye û xebatên wê yên avakirina meclîsan didome.

(np)

ANHA

نساء قرية تل عزال شكلهن مجلساً لهن 2017-4-20 ‫(1)‬ نساء قرية تل عزال شكلهن مجلساً لهن 2017-4-20 ‫(35848707)‬ ‫‬ نساء قرية تل عزال شكلهن مجلساً لهن 2017-4-20 ‫(35848709)‬ ‫‬