Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Jinên Sûriyeyê bi jinên Tebqayê re civiya

TEBQA – Meclîsa Jinên Sûriyeyê li Tebqa ji bo jinên cihê xwe di sazî û meclîsan de digrin civîn li dar xist û tê de hat gotin ku pêşketina Sûriyeyê bi pêşketina jin ve girêdayî ye.TEBQA-JIVEINA-MSD (1)

Endama Desteya Rêveber a Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Nûjîn Yûsiv ji bo rêveber û berdevkên meclîs, sazî û desteyên ên herêma Tebqayê civîn lidar xist.

Civîn bi deqeyekê rêzgirtine dest pê kir. Nûjîn Yûsiv encama civînên ku bi giştî li herêmên Sûriyeyê lidarxistine parve kir û girîngiya civîna li Tebqayê jî tê lidarxistin nirxand.

Nûjîn Yûsif di nava gotinên xwe de got:” Pêşketina Sûriyê bi pêşketina jin ve girêdayî ye û jin dikare di xebatên avakirine rolekî mezin bileyîze.

Nûjîn Yûsif her wiha bang li rêveberiyên jin kir ku di nava civakê de xwedî rolekî mezin bin.

Rêveberiya Meclîsa Jin a Tebqa û gundewarên wê Welai El-Nacî jî balkişand ser zîhniyeta desthilatdar a mêr û bang li jinan kir ku têkoşîna xwe ya avakirina civakeke azad û demokratîk xurtir bikin.

Jinên ku tevlî civînê bibûn daxwaz kirin ku bexçeyên zarokan vebibin da ku ew jî tevlî xebatê bibin.

Berdevka Komîteya Raghandine a Meclîsa Jin a Tebqayê û gundewarên wê Cihêne El-Hac jî anî ziman ku pêdivî bi perwerde heye û divê xebatên perwerdekirina jin li herêmê were zêdekirin.

(np)

ANHA