Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Em ê li gel QSD’ê Tebqa azad bikin

NAZDAR EBDÎ

REQQA – Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Çêgîvara Zêrikî diyar kir ku ew ê heya dawiya operesyona Tebqa piştgiriya QSD’ê bikin û pişti rizgarbûna bajar ew ê vegerin çeperên xwe yên li Minbicê.Çêgîvara ‫(1)‬ ‫‬

Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Çêgîvara Zêrikî diyar kir ku li ser alîkariya ku QSD’ê di operesyona rizgarkirina Minbicê de daye wan, Meclîsa Leşkerî ya Mjnbicê jî biryar girt ku di pêngava rizgarkirina Tebqa de piştgiriya QSD’ê bikin. Zêrikî wiha axivî: “Heya niha hêza Meclîsa me ji milê bejahiya rojavayê bajar herêmek bi qasî kîlometreyek çargoşe rizgar kirine. Me hemû gundên rojavayê bajar rizgar kirin û êdî em ê derbasî bajar bibin.”

Zêrikî destnîşan kir ku heya rizgarkirina Tebqayê bi ser bikeve ew ê piştgiriya QSD’ê bikin û paşê vegerin çeperên xwe yên li bajarê Minbicê. Fermandar bang li hemû hêzên Bakurê Sûriyê yên di bin sîwaneya QSD û hemû ciwanan kir ku di operesyona rizgarkirina Reqqayê de cih bigrin.

Endamê Fermandariya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Çêgîvara Zêrikî  bang li şêniyên herêmê kir ku piştgiriya QSD’ê bikin û ji tecrubeya rizgarkirina Minbicê û avakirina meclîsa wê ya sivîl û rêveberiya wê sûd bigirin.

ANHA