Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Lihevanîna Êlên Tebqayê hat avakirin

TEBQA – Meclîsa Sivîl a Tebqayê ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera êlan de, Meclîsa Lihevanîna Êlên Tebqayê ava kir. HEMED SEX ELSEHADA

Meclîsa Lihevanîna Êlan a bajarê Tebqayê civîna xwe li hola Meclîsa Sivîl a Tebqayê ya dikeve taxa Meqasim, hat lidarxistin.

Di civînê de êlên ″Nasir, Bû Xemîs, Wehib, Bûmesra, Icêl û Rawî″, Fermandarên QSD′ê û Hevseroka Meclîsa Sivîl a Tebqayê Rewşen Hemê amade bûn.

Fermandarê QSD′ê Xeyrî Mihemed axivî, bal kişand ser girîngiya avakirina Meclîsa Lihevanîna Êlan a bajarê Tebqayê ji bo çareserkirina nakokiyên ku di navbera êlên herêmê de rû dide û wiha got: ″Avakirina Meclîsê gaveke ber bi avakirina Sûriyeke azad û demokratîk de ye. Îro dê rûspiyên me rola xwe di projeya Federal de bilîzin.″OMER ELUS

Şêxê êla Niêm, Hemed Şêx Şihadê da zanîn ku şervanên QSD′ê bedelên mezin dan, da ku bajarê Tebqayê bê rizgarkirin û radestî gelê wê were kirin û got ku ew amade ne, li dijî hêzên tarî şer bikin.

Her wiha Endamê Rêveberiya Buroya Têkîliyên Giştî ya QSD′ê Ferhan Hac Îsa jî girîngiya avakirina jiyana hevbeş vegot.

Piştî axaftinan, beşdaran 13 Endamên Meclîsê, her wiha Hamid Ebdulrehman Ferec wekî Serokê Meclîsê, hilbijartin. Dê piştî 3 mehan dê hilbijartin jinûve bêne kirin.

Her wiha Endamê Komîteya Têkîliyên Giştî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş lidarxistina Meclîsê pîroz kir.

(mm)

ANHA