Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Mabeta komîteyên xwe ava kir

Dîmen

EFRÎN – Meclîsa  Navçeya Mabeta ya Efrînê ji endamên xwe re civînek organîze kir û komîteyên xwe ava kir.

Hevserokên meclîsê Zelûx Hisên û Silêman Arif di civînê de axivîn û makanîzmeya karê komîteyan şîrove kirin.

EFRIN-MEBATA-GEVIN-CEKIRENA-LEGNE--MEGLISA-NAVCEYE (3) EFRIN-MEBATA-GEVIN-CEKIRENA-LEGNE--MEGLISA-NAVCEYE (1)

Hevserokatiyê diyar kir ku divê hemû endamên meclîsê daxwaz û xwestekên gel wekî bingeha karê xwe bigrin dest û li gorî wê tev bigerin.

Piştre ev komîte hatin avakirin “Komîteya Lihevanînê, Komîteya Tenduristiyê, Komîteya Parastinê, Komîteya Jin, Komîteya Perwerdeyê, Komîteya Karûbarên Civakî, Komîteya Çand û Huner, Komîteya Ciwanan, Komîteya Aborî û Komîteya Şaredariyan.”

Di dawiya civînê de endamên meclîsê ku di nava komîteyan de cihê xwe girtin soz dan ku ji bo xizmeta gelê xwe karê xwe bi rêk û pêk bi cih bînin.

(he)

ANHA