Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist

Dîmen

HELEB – Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist. Di kongreyê de, rêveberiyeke nû ya meclîsê hate hilbijartin.HLB-KONFIRAVSA-SEYEMIN-YA-MECLISA-MALBATEN-SEHIDAN-LI-HELEBE (8)

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê bi dûrişmeyaʺBi berxwedana şehîdan em ê Federaliya Demokratîk pêk bînin û Rêber APO azad bikinʺ kongreya xwe ya sêyemîn li Şeqeyîf lidar xist.

Tevî nûnerên saziyên civaka sivîl û leşkerî 140 delege beşdarî kongreyê bûn.

Kongr bi bîranîna cangoriyên azadiyê hate destpêkirin. Paşê, mesaja Meclîsa Giştî ya Malbatên Şehîdan ên Bakurê  Sûriyê bi zimanê kurdî û erebî hate xwendin.

Ji fermandarên YPG`ê Şervan Hesen axivî û şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd bi bîr anîn.HLB-KONFIRAVSA-SEYEMIN-YA-MECLISA-MALBATEN-SEHIDAN-LI-HELEBE (3)

Paşê, nameyên pîrozbahî yên rêxistin û partiyan ên ku ji kongrê re hatibûn şandin hatin xwendin.

Di berdewaniya kongreyê de, kar û xebatên meclîsê hatin nirxandin.

Piştî nirxandinê, 4 jê jin 8 kes ji bo rêveberiya  Meclîsa Malbatên Şehîdan a Helebê hatin hilbijartin.

Rêveberên nû soza pêkanîna erkên li ser milê wan dikeve dan.

Piştî kongre bi dawî bû, beşdaran berê xwe dan Şêxmeqsûd Xerbî û çerxereya Şehîd Gulê Selmo vekirin.

(kc)

ANHA