Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Malbatên Şehîdan tevlî meşa ciwanan bûn

EFRÎN – Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrînê, beşdarî meşa YCR`ê ya ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah  Ocalan dabûn destpêkirin, bûn.EHMED EBDO

Meşa YCR`ê ku di roja 5`an didome, îro vê sibehê ji  navenda bajarê Raco ya Herêma Raco ya Kantona Efrînê, destpê kir, gihîşt gundê Zerka ya Herêma Raco. Li vir ji bo piştgirya bi ciwanan re, Meclîsa Malbatên Şehîdan jî tevlî meşê bûn.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ehmed Ebdo di meşê de axivî û wiha xîtabî ciwanan kir:”Em bi we serbilind in, win dînamîkê bingehîn ên şoreşê ne û parizvanên axê ne.”

Ebdo  tekez kir ku ew wekî Saziya Malbatên Şehîdan ji bo piştgirî bidin ciwanan, tevlî meşa wan bûn.

Endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan bi dûrişmeyên”Bijî Serok APO, bijî ciwan, bimre îxanet”, ji meşê derketin û ciwanan meşa xwe  ber bi gundê Kotana ya navçeya Biliblê dewam kir.

(kc)

ANHA