Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa PYD’ê yekem civîna xwe ya piştî kongreyê lidar xist

GIRKÊ LEGÊ –  Meclîsa PYD’ê piştî kongreya heftan bi dawî bû ji bo pîlansaziya kar û xebatan her wiha nîqaşkirina rewşên rêxistinî  yekem civîna piştî kongreyê lidar xist.

PYD`ê di kongreyê xwe ya 7’an ku di 27/28’ê îlonê de hate lidarxistin, 2 hevserokên nû û 49 endamên nû yên Meclîsê hilbijartin.

Meclîsa nû ya PYD’ê li bajaroka Rimêlan bi beşdarbûna Hevserokên nû yên partiyê Şahoz Hesen û Eyşe Hiso, civînek lidar xsit.

Civîn ji çapemeniyê re girtî hate lidarxistin. Çavkaniyan destnîşan kirin ku di civînê de rewşên rêxistinî hatin nîqaşkirin.

(bx)

ANHA