Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Rêveber a Efrînê derbarê perwerdê û ekolojî biryar girtin

EFRÎN – Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê ya girêdayî Herêma Efrînê, di civîna xwe ya yasayî de ji bo rewşa perwerdê û ekolojî biryarên girîng, girtin.EFRIN-MECLISA-REVEBER-YA-EFRIN-HIN-BIYAREN-GIRING-STANDIN ‫(1)‬ ‫‬

Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê, civîna xwe ya yasayî li navenda xwe ya bajarê Efrînê lidar xist. Civîna ku Hevserokên Meclîsa Rêveber  Hêvî Mustefa û Osman Şêx Îsa û serok û rêveberên saziyên  Rêveberiya Xweser amade bûn, rewşa kantonê û makenîzma xebatên desteyan hatin nîqaşkirin.

Civîna bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê, rola Rêveberiya Xweser di şirovekirina zagonên hilbijartinê û parvekirina rêveberiyan li Herêma Efrînê, hate nirxandin.EFRIN-MECLISA-REVEBER-YA-EFRIN-HIN-BIYAREN-GIRING-STANDIN ‫(179634690)‬ ‫‬

Di civînê de biryarên destpêkirina rêxistinkirina xebatên pîşesaziyê li Kantona Efrînê û derxistina kargehên ku zerarê dighînin ekolojiyê, derve bajar.

Di dawiya civînê de, ji bo pêşxistina xebatên perwerdê komîteyek li ser astê Rêveberiya Xweser  ji bo kordîneya bi akademiyên civaka demokratîk ve hate avakirin û ji ber zêdebûna diyardeya fetisandinê di gola  Mîdanka de, biryara qedexekirina şuştina di golê de hate derxistin.

(kc)

ANHA