Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê: Em bi fikrê Ocalan ve girêdayî ne

NAVENDA NÛÇEYAN- Mclisa Rêveber a Herêma Cizîrê komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan şermezar kir û got: “Em girêdana xwe ya bi fikr û rêgezên sereke ku em ji rêberê azad, demokrasiyê û jiyana hevbeş fêr bûne bidomînin. Em ê heta dawî li ser xeta berxwedanê û fikrê Rêbertiyê ya pirojeya demokratîk bin, ji ber ku ew riya rast a valaderxistina komployê ye.”

Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê derbarê salvegera 19’an a komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdulah OCalan daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“Di 15’ê vê sibatê de komploya navneteweyî dikeve sala xwe ya 19’an de. Komploya ku li dijî gelê me û Tevgera wî ya azadiyê pêk hat; Komplo di hedef girt Rêberê Abdulah Ocalan hedef girt. Rêberê ku di hemû qonaxan de  û heta niha bingeha meşandina şoreşê ye û bingeha pêşketina wê ye.

Ev komploya qirêj ku di encamê de Rêber dîl hate girtin, di encama lîstokeke navneteweyî ku wekî wê di cîhanê de pêk ne hatiye, hate kirin. Ema Rêbertî bi berxwedana xwe ya qehreman dikarîbû anternatîfên çareseriya siyasî ya demokratîk ji bo demê pêşkêş bike. Bi berxwedana di hemû aliyan de û bi xwedîderketina bi milyonan gelê li derdora pirojeya demokratîk kom bûn. Bi israra gel ku di vî zemanî de wekî wê nebûye û bi nehca Rêbertiyê ya di xeta azadî û berxwedanê bi isra bûn îro Rêber Ocalan, gelê me û hêza wî ya şerket ji bo azadiyê di nava tekoşînê de ne da ku komployê rawestînin.

Em wekî Meclîsa Rêveber a Herêma Cizîrê komploya qirêj şermezar dikin û em girêdana xwe ya bi fikr û rêgezên sereke ku em ji rêberê azad, demokrasiyê û jiyana hevbeş fêr bûne bidomînin. Em ê heta dawî li ser xeta berxwedanê û fikrê Rêbertiyê yê pirojeya demokratîk bin, ji ber ku ew riya rast a valaderxistina komployê ye.

Divê em baş bizanin ku berxwedana gelê me û şervanên me ku di çarçoveya xweparastina rewa de li Efrîn û Bakurê Kurdistanê pêk tê komplo vala derxistiye.

Ev komplo wê bê hesaba dîrokî derbas nebe, em dewleta Tirk a faşist li ser kiriyarên wê yên dijî mirovahiyê şermezar dikin û em bang li civaka navdewletî û hemû hêzên cîhanî NY û Konseya Ewlekariyê jî dikin ku destwerdanê bikin da ku dawî li kiriyên ku dê rewşê ber bi teqînê ve bibe rawstîne.

Careke din jî em komployê şermezar dikin û em ji gelê xwe re dibêin ku em bi hev re li dor Rêbertî kom bibin.

(dc)

ANHA