Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Rêveber a kantona Efrînê civîna xwe ya salan li dar dixe

EFRÎN – Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê civîna xwe ya salan li dar dixen . Di civînê de raporên hin desteyan hatin xwendin û dê sibe berdewam bike.

Meclîsa Rêveber a Kantona Efrînê bi armanca nirxandina xebatên salane yên desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk civîneke li dar xist.

Civîn li salona Sîlvana bi beşarbûna hevserokên meclîsê û nûnerên deste û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonê hate lidarxistin.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Rêveberê TEV-DEM‘ê yê kantona Efrînê Xebat Mihemed geşedanên dawî, nirxand û bal kişand ku Sûriyeye bûye navenda şer û pevçûnan, her hêzeke dixwaza ji vê aloziyê sûd werbigire da ku berjewendiyên xwe pêk bînin.

Xebat Mihemed anî ziman ku dewletê dijber di serî de deweleta Tirkiyê hertim dixwazin kurdan ji danûstandinên çareseriyê dûr bixînin û got ku Tirkiye dizane ku kurd xwedî projeyeke demokratîk e û ev porje li dijî pîlanên wî ye.

Civîn bi xwendina rapora sazî û desteyan berdewam kir. Di raporan de rewşa siyasî, rêxistinî û kar ên desteyê hatin nirxandin.

Di civîna îro de, Rapora desteyên Karûbarên Malbatên Şehîdan, Çand û Hunerê, Jinê, Karûbarên Derve, Tenduristî, Rêveberên Herêmî û Şaredariyan, Ciwan û Werzîşê û Desteya Dada Civakê hatin xwendin.

Civîn dê sibe bi xwendina raporên desteyên din berdewam bike.

(bb)

ANHA

EFRIN-CIVINA-MECLISA-TENVIZI-1-300x169 EFRIN-CIVINA-MECLISA-TENVIZI-4-300x169 EFRIN-CIVINA-MECLISA-TENVIZI-3-300x169