Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Sivîl a Dêrazorê rêveberiya komîteya edaleta civakî hilbijart

DÊRAZORÊ – Desteya Serokatiyê ya Meclîsa Sivîl a Dêrazorê civîna xwe lidar xist. Di civînê de rêveberiya Komîteya Edaleta Civakî hate hilbijartin.

Civîn li bajaroka Ebû Xeşeb a girêdayî Dêrazorê hate lidarxistin. Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif axivî û bal kişand ser rewşa hesas a di herêmê û bi taybet li Dêrazorê û got ku ev sê sal in çeteyên DAIŞ’ê Dêrazorê dagirkiriye û bibîr xist ku çeteyan binesaaziya bajar û gundên wê wêran kirine.DERZOR_HILBIJARTINA_DIWANA_ADALET (2)

Yûsif, her wiha destnîşan kir ku Meclîsa Sivîl a Dêrazorê wê ji sifrê ve kar û xebatên xwe bidomîne û derfetan ji welatiyan peyda bike ku welatê xwe ava bikin.

Hevserokê Meclîsa Dêrazorê Xesan Yûsif di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya avakirina komîteya edaleta civakî û erka dikeve ser milê komîteyê û wiha dom kir: ” Di heman demê de divê me di zûtirîn de de herêmên ku QSD’ê rizgar kirine,birêve bibin.”

Yûsif her wiha da diyarkirin ku Meclîsa Sivîl a Dêrazorê di nava çend rojên pêş de navendên xwe li herêmên rizgarkirî vebikin.

Piştî axaftinê beşdaran mijarên rêxistinî û xebatên meclîsê nîqaş kirin. Di dawiya civînê de Huda El-Husên, Seyîd Seyîd û Malik Exder wekî endamên rêveberiya Komîteya Edaleta Civakî ya Melcîsa Sivîl a Dêrazorê hatin hilbijartin.

(dc)

ANHA