Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Meclîsa Sivîl a Reqa şaredariya Gel li bajarokê Kerama vekir

Dîmen

EYN ÎSA – Meclîsa Sivîl a Reqa şaredariya Gel li bajarokê Kerama bi merasîmekê, vekir.EN ISA-KARE-MECLISA-REQQA-YA-SIVIL (3)

Merasîmê vekirinê li ber avahiya şaredariyê hate lidarxistin. Hevserokê Meclîsa Sivîl a Dêrazorê Leyila Hesen, Endamê Bîroya Têkiliyên QSD`ê Esaf EL-Beşîr, Hevserokê Desteya Şaredariyan a herêma Cizîrê Cozêf Lehdo, hevseroka komîteya Çand û Hûner a Meclîsa Sivîl a Reqa Cela Hemzawî, rêvebverên şaredariyên Konbanê jî di nava de bi sedan kes beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê vekirinê bi rêzgiritnê destpê kir. Paşê bi navê Meclîsa Sivîl a Req Cela Hemzawî, bi navê desteya Şaredariyan a herêma Cizîrê Cozêf Lehdo, bi navê Meclîsa Dêrazorê Leyila Hesen û bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Şerîfa Hisên di merasîmê de, axivîn.

Di axaftinan de vekirina navendê pîroz kirin û gotin ku vekirina navendê dê xizmeta welatiyan bike.

Di axaftina Meclîsa Sivîl a Reqayê hate gotin ku hîn jî ew xebatên rakirina mayîna û paqijkirina bajar ji bermahiyên çeteyan bi alîkariya şêniyan,didomînin û wiha got: ” Şaredariya Gel a bajarokê Kerama di demeke nêz de torên ceyranê yên xerakirî û torên avê û her wiha gelek xizmetin din ji şêniyan redestpê bike.”

Piştî axaftinan deriyê şaredariyê ji aliyê malbata şehîd Ezîz yê di hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê de şehîd bû, hate vekirin.

Merasîma vekirina şaredariya Gel a bajarokê Kerama bi xelekên dîlanan, bidawî bû.

Di şaredarya Kerama wê bi 48 endaman û karkerek, dest bi kar û xebatan bike.

(bx)

ANHA